Îlham Ehmed: Em ji ber şewata li Lazqiyeyê xemgîn in

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê diyar kiri ku dilê wan bi xelkê herêmê re ye û ew amade ne alîkariyê bikin.

Daristanên parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê dişewitin lê bermahiyên şer rê li ber vemirandina agir digirin.

Îlham Ehmed, ji ber şewata li peravên Sûriyeyê "xemgînî û dilgiraniya" xwe anî zimên û tekez kir ku ew amade ne "her cure piştgiriyê" pêşkêş bikin.

Hevseroka Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser li ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:"Em bi xemgînî û dilgiranî şewata li peravên Sûriyeyê dişopînin.

Dilê me bi xelkê herêmê re ye ku bi wêrekî rûbirûyî metirsiyê dibin."

Wê amaje bi wê yekê kir ku dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê bûye sedem ku amûran vemirandinê neyên Rojavayê Kurdistanê.

Îlham Ehmedê tekez kir ku ew amade ne her alîkariya pêwîst bidin tîmên agirvemirandinê yên li Laziqiyeyê."

Berpirsa Kurd tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo rûbirûbûna karesatên bi vî rengî pêwîstiya Sûriyeyê bi piştgiriyeke navneteweyî ya rasteqîn heye û pesnê hewlên Wezareta Rewşên Lezgîn û Karesatan a Sûriyeyê da.

Rewşa li herêmê karesat e

Ev 4 roj in daristanên parêzgeha Laziqiyeyê ya Sûriyeyê dişewitin lê bermahiyên şer rê li ber vemirandina agir digirin.

Ev çend roj in agir bi daristanên çiyayên derdora parêzgeha Laziqiyeyê, bi taybetî Çiyayê Tirkmenan ketiye û agir her ku diçe zêdetir û gurtir dibe.

Tîmên agivemirandinê bi hemû hêza xwe li ser rêyên dijwar hewl didin ku agir kontrol bikin.

Lê belê bayê bihêz û hebûna bermahiyên şer yên ku ji ber agirê bi berdewamî diteqin, karê van tîman zehmettir kiriye.

"Mezinahiya agiran nayê wesifandin"

Endamê tîma parastina sivîlan Eymen Natûr zehmetiya vemirandina agir wiha anî zimên, "Mezinahiya agiran nayê wesifandin.

Dema ku ba tune be, em wan vedimrînin û hemûyan vedimrînin lê gava dîsa ba radibe, agir wekî ku me tiştek nekiribe ji nû ve pê dikeve. Ba êgir gur dike.

Bi îzna Xwedê, di nav çend rojan de em dê hemû agiran heyî vemirînin.

Li aliyê din, Tirkiye jî bi helîkopterên xwe beşdarî xebatên vemirandina agir bûye.

Her wiha Urdinê jî bi tîmên xwe yên bejayî û balafiran beşdarî heman xebatan bûye.