Hakan Fîdan çû Şamê
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan îro bi serdaneke fermî çû Şama paytexta Sûriyeyê.
Hakan Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya fermî de, li gel Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer civiya.
Tê payîn ku di hevdîtina Fîdan û Şer de, bipêşketinên di pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê de di warên cuda de bên nirxandin û li ser xurtkirina hevkariya dualî were rawestandin.
Her wiha tê payîn ku di hevdîtinê de rewşa Rojava û pêwendiyên Îsraîl-Sûriyeyê jî bên gotûbêjkirin.
Fîdan di 22yê Kanûna Pêşîn a 2024an de cara yekem serdana Sûriyeyê kiribû.
Piştî vê serdanê, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin di 13ê Adarê de bi hev re çûbûn Sûriyeyê.
Her wiha, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Wezîrê Karên Derve Eshed Hesen Şeybanî, di 8 mehên dawî de bi helkeftên cuda çûbûn Tirkiyeyê.