Sûriye: Rêyên bi herêmên HSDyê re tên vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên  Navxweyî ya Sûriyeyê ragihand ku ew dê rêyên bi herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re vekin.

Berdevkê Wezareta Karên Navxweyî ya Sûriyeyê Nûredîn Baba ji pêşkêşkara Rûdawê Nalîn Hesenê re ragihand, her dema ku agirbest hat ragihandin, dê hemû rê werin vekirin.

Nûredîn Baba sedema girtina rêyên Şêx Meqsûd û Helebê jî bi wê yekê ve girê da ku qaşo "bermahiyên rejîma têkçûyî" li wan deran dimînin û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî ji wan re hêsankariyan dikin.

"HSDyê di radestkirina tawanbaran de alîkarî nekir"

Nûredîn Baba du pirsên Nalîn Hesenê bersivandin û ev jî pirs û bersiv in:

Rûdaw: Niha rewşa hat û çûnê ya di navbera herêmên di bin desthilata Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de çawa ye? Gelo rêya Heleb - Dêrhafîr, Esriya - Şam û rêya di navbera Sexne - Tebqeyê de vekirî ne ku du roj berê hatibûn girtin? Sedem çi ye?

Nûredîn Baba: Piştî ragihandina agirbestê, dê hemû rê bi hemû aliyan ve werin vekirin. Sedema girtina rêyan di bingeh de ne alîkarbûna HSDyê bû di desteserkirina tawanbaran û bermahiyên rejîma berê de, yên ku xwe li herêmên HSDyê veşartine. Wan ew herêm ji bo xwe ji dadweriyê biparêzin bi kar anîne.

Rûdaw: Sedemên girtina rêyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê çi ne û tenê rêyek ma ye?

Nûredîn Baba: Sedema hiştina yek rê ji bo parastina rewşa ewlehiyê ya li bajarê Helebê ye, ji ber ku taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji ber hêsankariyên HSDyê ji wan re, bûbûn cihê komcivîna bermahiyên rejîma têkçûyî.