Li Şamê teqîn çêbû
Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytextê Sûriyeyê li ser kolaneke ku çûyîn û hatina wê zêde ye, teqîn çêbû.
Li gorî agahiyên berdest, li ser rêua ku diçe Meydana Emewiyê, bombeyeke ku nêzîkî parqekê hatibû bicihkirin, teqiya.
Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Li gorî zanyariyên destpêkê, di teqînê de mirî û birîndar nînin lê hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîr zêde kirin.
Heta niha rayedarên fermî li ser bûyerê daxuyanî nedane.
Divê were gotin ku li Qada Emewiyan ji bo salvegera rûxîna rejîma berê (Esed) amadehiyên pîrozbahiyê dihatin kirin.