Şeybanî: Heta Îsraîl venekişe peyman çênabe

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ragihand ku heta Îsraîl ji axa Sûriyeyê venekişe, ew dê bi wî welatî re ti peymanan nekin.

Eshed Şeybanî li Dohaya paytexta Qeterê, di çarçoveya Foruma 23yemîn a Dohayê de beşdarî panelekê bû û pêwendiyên welat xwe yê bi Îsraîlê re nirxandin.

Şeybanî diyar kir ku di pêvajoya jinûveavakirinê de yek ji pirsgirêkên wan Îsraîl e.

“Vekişîn xeta sor e”

Eshed Şeybanî tekez kir ku vekişîna Îsraîlê ya ji axa Sûriyeyê xeta wan a sor a neguher e û got:

"Heta Îsraîl ji axa Sûriyeyê venekişe ti peyman çênabin. Divê nêzîkatiyeke adil û duserî hebe ku hem Sûriye û hem jî Îsraîlê li ber çavan bigire."

Şeybanî hişyarî da ku eger li ser polîtîkayên Îsraîlê neyê xebitandin, hewldanên bêîstiqrarkirinê dê her hebin.

"Bila midexaleyî karên me nekin"

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê xwest ku Îsraîl dest ji midexaleyên li ser kar û barên navxweyî yên Sûriyeyê berde.

Şeybanî got, "Divê Îsraîl dev ji lîstikên li ser tevgera hinek mezheb û hêmanan berde."

Wî anî zimên ku ew dixwazin bi her kesî re têkiliyên baş deynin û Îsraîl jî di nav de ye lê bi şertê ku rêz li serweriya wan bê girtin.

"Nêzîkatiya Sûriyeyê gihîştîtir e"

Şeybanî di dawiya axaftina xwe de Îsraîl rexne kir û got:

"Sûriye li gorî Îsraîla ku îdiea dike 'yekane demokrasiya Rojhilata Navîn e', nêzîkatiyeke gelekî gihîştîtir nîşan dide.

Her çend ev nêzîkatî nû be jî hat îsbatkirin ku dîplomatîktir û maqûltir e."