Li Reqayê navendek fêrkirina xwandinê bo zarokên şer hatiye vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Çêkerên Siberojê di warê civakî û derûnî de hevkariya Navenda El-Tifûle El-Amîne ya Reqayê dike, ev navend hezar zarokan li xwe vedihewîne, li vê navendê zarokên 12 heta 18 salî fêrî xwendin, nîvisandin û bîrkariyê dibin.

 

Herwiha navenda navborî zarokên ku ji ber şerê dijî DAIŞê ji xwendinê bêpar bibûn, fêr dike.

 

Mamosteyê vê navendê, Ebdulqadir Îsa dibêje: "Zarokan şanogerî û stran çêkirin, herwiha çalakiyên werzişî dikin, em bi pêş de diçin, roj bi roj hijmara zarokan zêde dibe, zarok bi kelecan fêr dibin, kesûkarên wan jî alîkar in, me serkeftinek mezin ligel wan bidest xistiye."

 

Zarokên Reqayê zêdeyî 4 salan ji xwendina sîstematîk bêpar bûbûn, DAIŞê xwendina îdeolojîk li ser wan feriz kiribû, Navenda El-Tifûle El-Amîne niha hino hino wan vedigerîne ser xwendina modern

 

Mamoste Derxam Salim jî dibêje: "Dest bi fêrbûna seretayî kirin, xwendin û bîrkarî, niha zarok dizanin bixwînin û binivîsîn, li gor bernameyên nû fêr dibin, di warê civakî û derûnî de piştgiriya wan tê kirin, ji ber şer gelek êş û derd dîtine."

 

Havîna 2014an DAIŞê dest danî ser bajarê Reqayê û wek paytexta dîfakto ragihand, berî hatina DAIŞê 148 dibistan li nav bajar hebûn, niha Encûmena Sivîl a Reqayê bi alîkariya rêxistinên mirovî hewl dide ku 45 hezar zarokên xwendekar ên Reqayê careka din bîne nav wan dibistanan.