Şêniyekî Eşrefiyeyê: ‘Artêşa Ereban a Sûriyeyê Eşrefiye kontrol kiriye’

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Şer Eşrefiye Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyekî ji taxa Kurdan a li Helebê, Eşrefiyeyê ji Rûdawê re got, "Artêşa Ereban a Sûriyeyê temamiya taxê kontrol kiriye û li malan digere."

Li gorî gotina wî çavkaniyî, çekdarên Artêşa Ereban a Sûriyeyê mal bi mal li endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) digerin.

Rizgar Henanê ji taxa Eşrefiyeyê ya Helebê bi telefonê beşdarî bultena Rûdawê bû û behsa rewşa taxê kir û got:

"Artêşa Ereban a Sûriyeyê temamiya taxê kontrol kiriye û li malan digere.

Ji êvarê ve şer nesekiniye, Eşrefiye û Şêx Meqsûd tên bombebarankirin lê ciwanên Asayîşê ew (Artêşa Ereban a Sûriyeyê) bi paş de vegerandin."

Rizgar Henan li ser şer û ziyanan wiha got:

"Min heta niha şerekî wiha nedîtiye. Li Şêx Meqsûdê 65 kes şehîd ketine, bi dehan mal û otomobîlan zerer dîtiye.

Ji sedî 70yê qurbaniyan xelkê sivîl in."

Rizgar Henan da zanîn ku nexweşxaneya taxê hatiye bombebarankirin û got:

"Elektrîk nîne, xwarina pêwîst nîne û bajar bûye bajarê xeyalet, çûn û hatin qedexe ye û rewş gelekî xerab e."

Rizgar Henan her wiha anî ziman:

"Bombebaran gelekî bê ser û ber in û Îstixbarata Leşkerî ya Sûriyeyê dibe ku 500 top avêtibin taxê."

Artêşa Ereban a Sûriyeyê ev 3 roj in bi tank û wesayîtên zirxî taxên Kurdan ên li Helebê dorpêç kirine û şerekî dijwar di navbera wan û Asayîşê de diqewime.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst