Asayîş: 4 wesayîtên çekdaran hatin îmhakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê êrişeke berfireh a hêzên hikûmeta demkî ve têk bir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) a Helebê ragihand ku wan êrişeke berfireh a çekdarên hikûmeta demkî ya li taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê tê biriye.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên ewlehiyê di rûbirûbûnê de 4 wesayîtên ku çekên giran li ser bûn bi temamî têk birin.

Her wiha hat ragihandin ku gelek çekdarên êrişkar hatine kuştin û birîndarkirin.

Taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zêdê yên Helebê ev demek e di bin êrişên dijwar ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de ne.

Encûmena Tenduristiyê ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji Rûdawê re ragihand ku ji ber êrîş û topbaranan 8 kesan canê xwe ji dest da û 57 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyan, di nava wan de jin û zarok jî hene.