HSD: Hikûmeta Şamê avahiyên xizmetguzariyê dike baregehên leşkerî

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî ragihand ku komên çekdar ên nêzîkî hikûmeta Şamê avahiyên xizmetguzariyê yên li Helebê vediguherînin baregehên leşkerî û ji wir taxên Kurdan topbaran dikin.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ferhad Şamî îro li ser hesabê xwe yê Xê vîdeoyek belav kir.

Ferhad Şamî di parvekirina xwe de diyar kir ku ew kom ji wan avahiyan taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin hedef û got:

"Li Helebê komên nêzîkî hikûmeta Şamê avahiyên xizmetguzariyê yên sivîl dikin baregehên leşkerî û tankan tê de bi cih dikin.

Ji wir jî bi top û çekên giran taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê topbaran dikin."

"Binpêkirina yasayên navneteweyî ye"

Berpirsê YPGyê destnîşan kir ku ev kiryar nayên qebûlkirin û wiha pê de çû:

"Leşkerîkirina avahiyên xizmetguzariyê yên sivîl binpêkirina aşkere ya yasayên navneteweyî ye.

Ev bi mebest bikaranîna welatiyên sivîl û binesaziya wan a wekî mertalên zindî ye ku ev jî tawanek e û nayê passavkirin."

Hejmara qurbaniyan zêde dibe

Ji roja sêşemê ve artêşa Sûriyeyê bi tank û topan êrişî her du taxên Kurdan dike.

Li gorî daxuyaniya Asayîşa Navxwe ya Helebê (girêdayî Rêveberiya Xweser), êriş heta îro jî berdewam in.

Encumena Tenduristiyê ya Eşrefiye û Şêx Meqsûdê jî bîlançoya dawî ya êrişan eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê, ji ber bombebaranan hejmara qurbaniyan derketiye 8 kuştiyan û 57 birîndaran.