HELEB - Çekdaran nimêja 'Cîhadê' kir: Kurdan wekî 'Kafir' bi nav dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Dîmenekî nû yê komeke çekdar a Artêşa Ereban a Sûriyeyê belav bû ku tê de beriya êrişa li ser taxên Kurdan ên Helebê "nimêja cîhadê" dikin û Kurdan wekî "kafir" bi nav dikin.

Vîdeoyeke balkêş a komeke çekdar a komeke çekdar a Artêşa Ereban a  Sûriyeyê gihişt Rûdawê.

Di dîmenan de tê dîtin ku komek çekdar li cihekî tarî (wekî tunel an şikeftekê) kom bûne û bi awayekî komî "nimêj û diayan" dikin.

Kurdan wekî "qewmê kafir" pênase dikin

Çekdar di diayên xwe de Kurdan û şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê wekî "qewmê kafir" bi nav dikin.

Di dengê ku di vîdeoyê de tê bihîstin, kesê ku deayê dike bi Erebî dibêje:

"Xwedayê min, lingên me saxlam bike û me li ser qewmê kafir bi ser bixe. Xwedayê min, em bi te tevdigerin, em bi te êriş dikin û em bi te şer dikin."

Şerê li dijî Kurdan "helal" dibînin

Ev komên çekdar ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê di nimêja xwe de Kurdan wekî 'qewmê kafir' bi nav dikin û bi vê yekê şerê li dijî wan ji xwe re helal dibînin."

Divê were gotin ku ev komên çekdar li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê bi cih bûne û amadehiya êrişkirina li ser van taxên ku Kurd lê dijîn dikin.