Şam û Riyadê li ser projeyên stratejîk li hev kir: Veberhênanên qerase

Hewlêr (Rûdaw) - Erebistana Siûdî ji bo Sûriyeyê pakêteke mezin a veberhênanê ragihand ku warên enerjî, firokevanî, xanî û ragihandinê li xwe digire.

Merasîma îmzekirina peymanan li Şama paytexta Sûriyeyê bi çavdêriya Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer hat lidarxistin.

Di merasîmê de Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid El-Falîh, Wezîrê Ragihandinê Ebdullah Es-Sewaha, gelek berpirsên şirketên Erebistana Siûdî û mixetabên wan ên Sûriyeyî amade bûn.

Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Veberhênanê yê Erebistana Siûdî Xalid El-Falîh diyar kir ku wan li Sûriyeyê foneke veberhênanê daye destpêkirin.

Ev fona ku bi navê "Elaf" hatiye binavkirin, dê 7,5 milyar riyalên Siûdiyê (2 milyar dolarî) ji bo nûkirin û bipêşxistina her du balafirgehên Helebê xerc bike.

Falîh destnîşan kir ku ev fon dê bi beşdariya veberhênerên sektora taybet a Erebistana Siûdî projeyên mezin fînanse bike.

Şirketeke nû ya firokevaniyê: Flynas Syria

Di warê firokevaniya sivîl de, şirketa Erebistana Siûdî Flynas û Saziya Firokevaniya Sivîl a Sûriyeyê li ser avakirina şirketeke nû ya bi navê "Flynas Syria" peymanek îmze kir.

Ji sedî 51ê pişka vê şirketa hevbeş dê a aliyê Sûriyeyê û ji sedî 49 jî dê a Flynasê be.

Tê çaverêkirin ku ev şirket di çaryeka dawî ya sala 2026an de dest bi xebatên xwe bike.

Ev veberhênanên nû piştî ku Amerîkayê meha Kanûna Pêşîn cezayên li ser Sûriyeyê rakirin, veberhênanên herî mezin in ku hatine ragihandin.

Ceza û dorpêçan di nava 14 salên şerê navxwe de zerereke mezin dabû aboriya Sûriyeyê û bûbû asteng li pêşiya bipêşketina aboriyê.

Riyadê par jî ji bo warên binesazî û ragihandinê 6,4 milyar dolar veberhênan ragihandibû.

Her du aliyan her wiha ji bo hevkariya di warê avê de peymaneke nû îmze kir.

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed El-Beşîr diyar kir ku wan ji bo gihandina ava şîrîn a ji qeraxên deryayê ber bi başûr ve, plana avakirina navendeke parzûnkirina ava deryayê amade kiriye.