Li Siwêdayê efserekî Sûriyeyê ji ber kuştina 4 Durziyan hat girtin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Asayîşa Navxweyî ya Siwêdayê ragihand, efserekî hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê bi tohmeta kuştina çar welatiyên sivîl li parêzgeha Siwêdayê hatiye desteserkirin.
Birêvebirê Asayîşa Navxweyî ya Siwêdayê Husam Tehan ji Ajansa Fermî ya Sûriyeyê (SANA) re ragihand, li gundê "Melane" yê parêzgeha Siwêdayê, çar kes hatine kuştin û kesekî din jî bi giranî birîndar bûye.
Efserekî hikûmetê tohmetbar e
Li gorî wî berpirsê ewlehiyê, lêpirsînên destpêkê li ser bingeha îfadeya kesê rizgarbûyî hatine kirin û derketiye holê ku yek ji gumanbaran ser bi Birêvebiriya Asayîşa Navxweyî ye.
Tehan got, "Ew efser yekser hatiye desteserkirin û ji bo lêpirsînê hatiye şandin."
Pêştir Çavdêrîgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandibû ku qurbanî di dema çinîna zeytûnan de ji aliyê çekdarên nenas ve rastî êrişê hatine.
SOHRê amaje bi wê yekê jî kiribû ku rayedaran destûr dabû wan welatiyan ku li herêmên di bin kontrola hikûmetê de li bakurê parêzgehê zeytûnan biçinin.
Aloziya li Siwêdayê
Parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê, navenda sereke ya pêkhateya Durziyan e.
Ji Tîrmeha sala borî ve, di navbera çekdarên Durzî û eşirên Bedewî de li wê parêzgehê alozî derketiye û hêzên hikûmetê jî tevlî bûne.
Her çiqas Şam dibêje ku hêzên wan ji bo rawestandina şer midaxele kiriye, niştecihên herêmê û çalakvanên Durzî, hikûmetê bi alîgiriya eşîran û sepandina dorpêçê li ser parêzgehê tohmetbar dikin; tohmeteke ku Şam red dike.
Li gorî amarên SOHRê, ji ber wan aloziyan heta niha zêdetirî 185 hezar kes li herêmê koçber bûne û hêj venegeriyane ser mal û warên xwe.