Li Humsê zeviyên petrolê ji destê DAIŞê hatin derxistin
Navenda Nûçeyan - Artêşa Sûriyê radigihîne wan zeviyên petorlê yên Cezel li parêzgeha Humsê ji destê rêxistina DAIŞê derxistin û waliyekî wan li parêzgeha Hemayê jî kuştin.
Li gor ajansa fermî ya nûçeyên Sûriyê, hêzên Artêşê Sûriyê duhî di operasyonekê de tevahiya zeviyên petrolê yên Cezel li Tedmurê kontrol kirin û hejmarek mezin ya çekdarên DAIŞê li wir kuştin.
Ajansê eşkere kir ku di encama êrişeke balafirên Artêşa Sûriyê de li navçeya Hemadî Omer li rojhilatê Hemayê, waliyê DAIŞê û çend serkirdeyên din yê rêxistinê hatin kuştin.
Li gorî nûçeya ajansê waliyê DAIŞê yê ku hatî kuştin navê wî Dîb Hidêcan Elêtêbî ye û bi navê Ebû Emar Elcezrawî tê naskirin.