Keştiya Laodicea ji Lubnanê gihîşte Sûriyê

Hewlêr (Rûdaw) – Keştiya Laodicea ya Sûriyê piştî ku çend rojan li bendera Trablus a Lubnanê hatibû desteserkirin, gihîşt Bendera Tertûs a Sûriyê ku krîza genim li Sûriyê berdewam e tevî bidawîbûna werzê çinînê.

Ukranya dibêje Rûsya genimê wan dibe Sûriyê, Rûsya û Sûriyê wan gotinên Ukranya red dikin û dibêjin ne rast e.

Balyozê Ukraynayê li Lubnanê dibêje keştiya Laodicea ya Sûriyê ku li Lubnanê hatibû girtin, tijî genim û cehê Ukraynî bû.

Li dawiyê Lubnanê ew keştî azad kir, ew keştî gihîşte Bendera Tertûs a Sûriyê.

Kaptanê Keştiyê dibêje, wan ard û ceh ji bendereke Rûsyayê bar kir, beşek ji barê xwe li Lubnanê vala kir û beşê din jî anîn Sûriyê.

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê îsal berhemê genim gelek kêm bû, her du alî jî neçarin genim ji derve bikirin.

Kaptanê Keştiya Lodêsiya Ehmed Nûr got, “Di vê geştê de me ard û ceh ji bendereke Rûsyayê bar kir, 5 hezar ton jibo bendera Terablus a Lubnanê hat veguhestin. Li Terablusê em hatin agehdarkirin ku li ser daxwaznameya balyozê Ukraynayê wê dest bi ser keştiyê de bê girtin, ku gotibû barê di keştiyê de ji embarên Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dizîn. Lêkolîn li gel me hat kirin, pişkinîn jibo belgenameyên  bar hat kirin, piştî naskirin ku ev îdia ne rast in, em berdan, me geşta xwe ber bi Tertûsê ve berdewam kir û em niha li bendera Tertûsê ne.”

Krîza genim li Sûriyê û rojavayê Kurdistanê  berdewam e, tevî ku genimê cotkaran bi temamî hatiye wergirtin lê berhema genim a îsal ne li gor pêdiviyên xelkê ye.

Qebareya Genim li Sûriyê û Rojavayê Kurdistasnê:

600.000 ton genim pêwîstiya navçeyên Rêveberiya Xweser

388.000 ton genim ji bo ard hatine wergirtin

75.000 ton genim ji bo tov hatine wergirtin

200.000 ton kurthênan heye

25% kurthênan e

Li ser asta Sûriyê:

2.200.000 ton genim pêwîstiya hikûmeta Sûriyê ya salane ye

511.000 ton genim hatiye wergirtin

75% kurthênan heye da ku pêdiviya xelkê peyda bike, Sûriyê genim, ceh û ard ji Rûsya hawirde dike.

Heftiya borî keştiya Laodicea ya Sûrî ku ji Rûsyayê bi rê ketibû, bi tohmeta dizîna genimê Ukraynayê li Bendera Trablus a Lubnanê hatibû desteserkirin. Piştî çend rojan ji lêkolînan careke din hat berdan.