SÛRIYE - Dengê biziq û tenbûra Kurdî li Şamê olan da

ŞAM (Rûdaw) – Bi sponsoriya medyayî ya Tora Medyayî ya Rûdawê li Şama paytexta Sûriyeyê Festîvala Biziqê ya Şamê dest pê kir.

Festîval dê 3 rojan berdewam bike 60 hunermendên navdar ên Kurd û neteweyên din tevlî festîvalê bûn.

Festîvala ku bi çavdêriya Wezareta Çandê ya Sûriyeyê li Salona Qebaniyê tê lidarxistin, dê di navbera 7 û 9ê Tebaxê de berdewam bike.

Festîval bi giştî li ser hemû amûrên bi têl ên wekî biziq, tenbûrê ye.

Armanca festîvalê parastin û nasandina muzîka Kurdî ye

Serperiştyarê festîvalê, rojnameger û lêkolerê Kurd Îdrîs Murad li ser armanca festîvalê got, "Ev amûr, amûra tenbûrê ye, di kelepora Kurdî de gelekî kevn e.

Her wiha ew yek ji kevntirîn amûrên li herêmê ye. Dikare bêhtir were bipêşxistin da ku tevlî komên muzîkê bibe û her wiha dikare wekî amûreke solo li ser dikê were pêşkêşkirin.

 Ji ber vê yekê, min pêwîst dît ku balê bikişînim ser wê."

Armanca sereke ya festîvalê ew e ku amûra tenbûrê zêdetir were naskirin û bi rêya wê çand û muzîka Kurdî were belavkirin.

"Stranên me tên dizîn, em li vir wan diparêzin"

Hejmareke zêde ya hunermendên Kurd beşdarî festîvalê bûne û her yek ji wan dixwaze bi rêya muzîka xwe peyama xwe bigihîne û kêfxweşiyê bixe dilê beşdarên festîvalê.

Yek ji hunermendên beşdarî festîvalê bûue Alan Murad, diyar kir ku ew ji bo parastina folklora Kurdî tevlî festîvalê bûne.

Hunermend Alan Murad got, "Em stranên xwe yên Kurdî pêşkêş dikin, ji ber ku awazên wan tên dizîn û guhertin.

Bi rêya vê festîvalê, em stranên xwe yên folklorî yên Kurdî diparêzin."

Alan Murad li ser performansa xwe jî agahî da û got, "Roja şemiyê ez dê çend stranên Kurdî li ser amûra biziqê lêxim.

Ez dê straneke Kurdî jî bêjim lê ez niha nabêjim ka kîjan e, ez dê ji nav çend stranan yekê hilbijêrim."

Jenyarên navdar ên ji Kobanî, Efrîn û Qamişloya Rojavayê Kurdistanê tevlî festîvalê bûne.

Her wiha ji bajarên Şam û Humsê yên Sûriyeyê bi giştî 60 hunermend tevlî festîvalê bûne.

Piraniya hunermendan derçûyên Peymangeha Bilind a Muzîkê ya Şamê ne.

"Bila muzîka Kurdî winda nebe"

Li gorî salên borî, îsal festîval bi awayekî berfirehtir hat lidarxistin.

Beşdarên festîvalê jî kêfxweşiya xwe ji ber vê çalakiyê anîn zimên.

Yek ji beşdaran ê bi navê Salih Kodarş got, "Em hatin vir û ev yek gelekî bi dilê min bû da ku muzîka Kurdî winda nebe û her tim hebe. Ez gelekî bi vê yekê kêfxweş bûm."