Endamê Komîteya Dadweriyê: Kurdên ku şkence li wan hatiye kirin dikarin serlêdanê bikin

Endamê Komîteya Dadweriyê ya Veguhêz a Sûriyeyê Redîf Mistefa diyar kir, Kurdên ku dema serhildana 12ê Adara 2004an hatine şkencekirin û bûne qurbanî dikarin serî li komîteya wan bidin da ku kesên berpirsyar bên dadgehkirin.

25ê Tebaxê li Sûriyeyê Komîteya Niştimanî ya Dadweriyê ya Veguhêz hat avakirin.

Endamê Kurd ê komîteyê Redîf Mistefa ji Rûdawê re ragihand ku armanca wan ew e ku binpêkirinên mafên mirovan tomar bikin û tawanbaran derxin pêşberî dadgehê.

Redîf Mistefa diyar kir ku ew plan dikin li 4 parêzgehên sereke yên Sûriyeyê ofîsên xwe vekin da ku giliyên welatiyan werbigirin û li ser tawanên hatine kirin lêkolînê bikin.

Mistefa li ser erka sereke ya komîteyê got, "Komîteya me dê zêdegaviyên li hemberî mirovan tomar bike û ji bo cezakirina tawanbaran bixebite."

Endamê Kurd ê komîteyê derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê anî ziman ku rewşa wê derê cuda ye û çûna wan a ji bo wan herêman bi rewşa siyasî ya di navbera hikûmetê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve girêdayî ye.

Endamê Komîteya Dadweriyê ya Veguhêz a Sûriyeyê Redîf Mistefa pirsêna Nalîn Hesenê bersivandin:

Rûdaw: Erk û rola sereke ya Komîteya Niştimanî ya Dadweriyê ya Veguhêz çi ye?

Redîf Mistefa: Erka wê ya bingehîn bi wan binpêkirinên mezin ên mafên mirovan ve girêdayî ye ku li Sûriyeyê pêk hatine. Armanc ew e ku ev binpêkirin bên eşkerekirin, tawanbar bên cezakirin, reform di saziyan de bê kirin û kesên ziyan dîtine bên qerebûkirin. Her wiha divê rê li ber ducarebûna van binpêkirinan bê girtin û bîreweriyeke niştimanî ya Sûriyeyê bê arşîvkirin da ku bibe beşek ji dîrokê.

Rûdaw: Mekanîzmayên karê Komîteyê yên ji bo belgekirina binpêkirin û tawanên şer çi ne û gelo ji bo kar û xebata wê demeke diyarkirî heye?

Redîf Mistefa: Berî her tiştî, ez dixwazim zelal bikim ka Komîte çawa hatiye damezirandin da ku em karibin behsa kar û xebata wê bikin. Gelek şêwir bi malbatên qurbaniyan, civaka sivîl, rêxistinên navneteweyî û welatan re, her wiha bi pisporên akademîk ên Sûriyeyî re hatin kirin.

Me civîna xwe ya yekem li Şamê li dar xist û me 6 komîteyên pispor ava kirin. Her komîteyek bi beşeke bingehîn ve girêdayî ye, wekî eşkerekirina rastiyan, dadgehkirin, aştiya civakî û lihevhatin. Di van hemû komîteyan de nûnerên qurbaniyan û malbatên wan hene. Me dest bi kar kiriye û ev 6 komîte ji aliyê endamên meclisa me ve tên serperiştekirin û ew ê tîman jî erkdar bikin.

Her wih  em dê di demeke nêzîk de ofîsên xwe li 4 parêzgehên sereke vekin. Dem jî gelekî girîng e, em dê li ser wan binpêkirinên ku ji sala 1970yî heta dema derketina fermana birêz Ehmed Şer hatine kirin bixebitin.

Rûdaw: Ango ne tenê yên serdema rejîma Beasê?

Redîf Mistefa: Na, ne tenê yên serdema rejîma Beasê, ji sala 1970yî heta niha. Mînak, ji bo Kurdan, kesên ku dema serhildana 12ê Adara 2004an hatine şkencekirin û bûne qurbanî dikarin serî li me bidin da ku kesên berpirsyar bên dadgehkirin.

Rûdaw: Dê çawa serî li we bidin, hûn dê ofîsên xwe li kîjan parêzgehan vekin?

Redîf Mistefa: Em di qonaxa avakirinê de ne û yasayeke taybet a dadweriya veguhêz amade dikin ku dema parlamento ava bibe dê were pesendkirin. Em niha xebatên xwe dikin û em dê ofîsên xwe li wan parêzgehên ku herî zêde komkujî li wan hatine tomarkirin vekin.

Em li seranserê axa Sûriyeyê kar dikin û li cihên ku em nikaribin ofîsan vekin, dê tîmên me yên gerok hebin ku herin gund û navçeyan. Her wiha em dê bi wan saziyên ku li ser binpêkirinan xebitîne re jî di nav têkiliyê de bin. Ofîsên me dê vekirî bin û malbatên qurbaniyan dikarin bên û giliyên xwe tomar bikin.

Rûdaw: Hûn dê herin Rojavayê Kurdistanê, herêmên Cizîr, Kobanî û Efrînê?

Redîf Mistefa: Ji bo Efrînê ti pirsgirêk nîne lê bajarên din bi rewşeke siyasî ya taybet a di navbera HSD û hikûmetê de girêdayî ne. Eger derfet çêbibe, li cem me ti pirsgirêk tune. Sûriye hemû welatê me ye û gelê Sûriyeyê, çi Kurd, çi Tirkmen û çi Ereb, hemû xelkê me ne. Çi binpêkirin hatibe kirin em dê bişopînin. Em dê li gorî pîvanên navneteweyî û yasayên mafên mirovan tevbigerin, ji ber ku yasayên Sûriyeyê ji bo van komkujiyan ne guncaw in.

Rûdaw: Kengî em dikarin encamên berbiçav ji karê Komîteyê bibînin?

Redîf Mistefa: Ev dosyeyeke gelek mezin û aloz e û em di qonaxa destpêkê de ne. Me di gava yekemîn de wekî pênc sal ji bo karê vê komîteyê diyar kiriye lê dibe ku zêdetir jî bixwaze. Pêwîstî bi belgekirin û komkirina zanyariyan heye.

Milyonek şehîdên me hene û gelek binpêkirin hene, rejîma Esed çekên kîmyewî bi kar anîne û komkujî pêk anîne. Em soz didin gelê Sûriyeyê ku îradeyeke me ya gelekî mezin heye. Em komîteyeke serbixwe ne û ne girêdayî hikûmetê û ne jî ti aliyê siyasî yan ewlehiyê ne. Em li ser qerebûkirina kesên ziyan dîtine û dadweriyê dixebitin da ku em rewşeke nû ava bikin û dadperweriyê li Sûriyeyê ji bo qurbanî û malbatên wan dabîn bikin.

Ez nikarim bibêjim ku em dê di demeke nêzîk de tiştekî berbiçav bibînin. Niha pêwîstiya me bi saziyeke dadwerî ya taybet bi dadweriya veguhêz heye, ji ber ku dadgehên normal ên Sûriyeyê ji bo vê yekê têrê nakin. Divê li dadgehê odeyeke me ya taybet hebe ku karmend, dadwer û hemû beşên wê bi komîteya me ve girêdayî bin da ku em karibin her tiştî bi rêk û pêk bikin.

Rûdaw: We behsa serhildana 12ê Adara 2004an kir lê li gorî we binpêkirin û tawanên herî diyar ên ku li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê di dema rejîma berê de hatine kirin çi ne ku pêwîstî bi lêkolîn û dadgehkirineke taybet heye?

Redîf Mistefa: Ne wekî komîte û ne jî wekî kesayetî, em nikarin vê biryarê bidin. Ev biryareke şexsî nîne, di destê gelê Sûriyeyê de ye ku gilî tomar dike. Me di wê yasaya ku dê di demeke nêzîk de derkeve de pêşniyar kiriye ku ev dadweriya veguhêz ne ji bo tolhildanê û ne jî şexsî ye, belkî giştî ye û hemû binpêkirinên mezin ên mafên mirovan dikeve bin desthilata me ku em bişopînin.

Dema ku rêxistinên mafên mirovan, civaka sivîl û qurbanî serî li me bidin, em dê wan binpêkirinan bişopînin. Ez bi eşkereyî ji we re bibêjim, ê ku çekên kîmyewî bi kar anîne ne wekî yê ku dizî kiriye ye. Em dê zêdetir girîngiyê bidin wan tawanên mezin lê dîsa jî dibêjim, deriyên me ji bo hemû kesên ku ziyan dîtine û binpêkirinên mezin li hemberî wan hatine kirin vekirî ne û em neçar in ku giliyên wan bişopînin.

Rûdaw: Komîte dê çawa bi projeya "Kemera Erebî" û serjimariya sala 1962yan a li dijî Kurdan li herêma Cizîrê re mijûl bibe û gelo planên taybet ji bo sererastkirin û qerebûkirinê hene?

Redîf Mistefa: Mixabin, dema karê me ji sala 1970yî dest pê dike. Ez bawer im ew proje sala 1967an bû.

Rûdaw: Ji serjimêriya sala 1962yan dest pê kir.

Redîf Mistefa: Rast e, wê salê serjimêrî bû, paşê Kemera Erebî heta sala 1976an jî dirêj kir, lewma Fermana (Mersûm) 49an a kirîn û firotinê jî digire nav xwe lê ez di wê baweriyê de me ku dosyeya Kurdan a serjimêriya 1962yan dê dosyeyeke taybet be û dê di çarçoveya karînên siyasî û darayî de bê çareserkirin.

Ez bawer im ew kesên ku ji welatîbûnê hatine bêparkirin, dê di qonaxa damezrandinê de xwedî taybetmendiyeke zêdetir bin, ji ber ku bi salan e ji vî mafî bê par mane lê belê ev dosye ne di çarçoveya karê komîteya me de ye.

Rûdaw: Çima sala 1970yî, çima ne beriya wê ku wê demê jî desthilata Beasê hebû?

Redîf Mistefa: Ev ne biryara kesekî yan du kesan e lê gelek şêwir li ser dem û desthilatê çêbûn û ev biryar derket. Min dixwest ku beriya 1970yî be, bi taybetî ji ber ku di salên 60î de du dosyeyên mezin ên Kurdan hene: Serjimêrî û Kemera Erebî. Ev pirsgirêkên mezin in ku ji bo çareserkirinê pêwîstî bi karên siyasî, civakî û yasayî hene. Dixwazim wê yekê jî zelal bikim, gelek kes dipirsin ku çi pêwendiya we bi bûyerên li Siwêda û Berava Sûriyeyê heye? Ez dixwazim bibêjim ku fermana damezrandina vê desteya dadweriyê, beriya bûyerên li Siwêda û Berava Sûriyeyê derketibû.