Hêviyên malbatên Sûriyeyî şikestin: Girtîgeh vala bûn lê winda nehatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Salek di ser rûxîna desthilata Beşar Esed a li Sûriyeyê re derbas bû lê hîn agahî ji hejmareke zêde ya girtiyên winda nayê wergirtin.
Amîna Bekayî, bi hêviya ku bersiva pirsa xwe ya 13 salan bibîne, careke din navê hevjînê xwe li înternetê dinivîse. Lê encam nafîle ye.
Cihê ku Bekayî serî lê bide nemaye. Komîsyona Niştimanî ya Kesên Winda ku Gulanê hatibû avakirin, delîlên li ser windakirina bi zorê ya di serdema Esed de kom dike.
Lê belê li gorî nûçeya Reutersê, komîsyonê derbarê 150 hezar kesên ku tê texmînkirin di girtîgehên wê serdemê de winda bûne, hîn ti delîl nedaye malbatan.
Hêviyên ku pêk nehatin
Di nava van windayan de hevjînê Amînayê Mehmûd jî heye ku 17ê Nîsana 2012an ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê ve ji mala xwe ya li nêzîkî Şamê hatibû birin.
Her wiha birayê wê Ehmed jî di Tebaxa heman salê de hatibû desteserkirin.
Rûxîna Esed destpêkê hêviyek çêkiribû ku qeydên girtîgehan dê aqûbeta windayan ji malbatan re eşkere bike, gorên bikom bên vekirin û qurbanî bi awayekî rêkûpêk bên veşartin. Lê belê tiştek ji van pêk nehat.
Amîna Bekayî ji Reutersê re got, "Salek derbas bû. Tiştek nekir.
Ma pêkan e ku ji bo van merivan belgeyek jî nehatibe dîtin? Tişta ku em dixwazin tenê ew e ku rastî ji me re bê gotin."
Hêviyên şikestî
Mixalifan par dema ku ji bo kontrolkirina Şamê di bajarên Sûriyeyê de bi pêş ve diçûn, wekî karê ewil bezîbûn girtîgehan, derî vekiribûn û bi hezaran girtiyên şaşwazbûyî serbest berdabûn.
Çend demjimêr piştî ku Esed reviya Rûsyayê, 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, mixalifan ji Girtîgeha Sednayayê bi dehan girtî serbest berdan.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji ber îşkence û înfazên di asta pîşesaziyê de ji wê girtîgehê re digot "mezbexaneya mirovan."
Lê kesûkarên Bekayiyê di nav kesên derketin de nebûn.
Bekayî got, "Dema girtîgeh vebûn ew venegeriyan; şoka esil ev bû. Aha di wê kêliyê de hêvî xelas bû, bi rastî mir."
Tevî vê yekê ew dixwaze hîn bibe bê hevjîn û birayê wê çawa, kengî û li ku derê mirine.
Bekayî diyar kir ku dema ji Komîsyona Niştimanî deng derneket ew bi lêgerînên serhêl ve mijûl bûye.
Ew li belgeyên girtîgehan û wêneyên girtiyên mirî yên ku piştî ketina Esed ji aliyê çavkaniyên nûçeyan ên Sûriyeyê ve hatine belavkirin digere.
Bekayî dibêje, "Tenê tiştek maye, ew jî rûniştin û lêgerîn e."
"Ferman hatibû dayîn ku cenaze nedin malbatê"
Carinan ev belge dikarin agahiyên jiyanî derxin holê. Sarah Xetab, hevjînê xwe herî dawî 9ê Sibata 2019an dîtibû.
Hevjînê wê piştî ku bi salan bi mixalifan re mabû, ji bo ku bi birêvebiriya Esed re li hev bike, dikeve qereqoleke polîsan a li başûrê Sûriyeyê. Ji wê rojê ve xeber jê nedihat.
Piştî ketina Esed, di lîsteya girtiyên mirî yên Sednayayê de ku Reutersê dîtibû, navê hevjînê wê (Elî Muhsîn el-Berîdî) cih digirt.
Di belgeyê de dîroka mirinê 22yê Çiriya Pêşîn a 2019an hatibû tomarkirin, sedema mirinê wekî "sekinîna nebz û bêhnnestandinê" hatibû diyarkirin û ferman hatibû dayîn ku cenaze radestî malbatê neyê kirin.
Xebatên komîsyonê û rexne
Komîsyona Niştimanî ji aliyê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ve hat avakirin.
Şêwirmenda medyayê ya komîsyonê Zeyna Şahlayê ji Reutersê re eşkere kir ku erkê wan hemû windayên Sûriyeyî li xwe digire, şert û merc çi dibin bila bibin.
Şahlayê got, "Dema mijar dibe êşa malbatan dibe ku em bi rastî hêdî tevdigerin.
Lê ev dosye dixwaze ku bêyî lezkirin, bi awayekî zanistî û sîstematîk pêşketin bê kirin."
Komîsyon hêvî dike ku sala bê bi bikaranîna belgeyên ji girtîgeh û cihên din hatine bidestxistin, ji bo hemû windayan agahîdankekê ava bike.
Şahlayê diyar kir ku vekirina gorên bikom pisporiyeke teknîkî ya zêdetir dixwaze û îhtimal e ku heta 2027an pêk neyê.
Komîsyon bi komên parêzvanên mafan ên Sûriyeyî û hinek malbatan re civiya.
Meha Mijdarê, bi Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî ya navenda wê li Cenevreyê ye û Komîsyona Navneteweyî ya Kesên Winda re peymaneke hevkariyê îmze kir.
Bi saya vê yekê, komîsyona Sûriyeyê hêvî dike ku ji bo personelên xwe perwerdeya zêdetir wergire û bigihîje amûrên wekî laboratuwarên testa DNAyê yên ji bo bermahiyên ji goran tên derxistin, ku li Sûriyeyê kêm in.
Bertekên malbat û çalakvanan
Lê belê nêzîkatiya hikûmetê, rêxistinên civaka sivîl ên ku di serdema Esed de li sirgûnê di warê windakirina bi zorê de pispor bûne aciz kirine.
Şeş komên mafên mirovan ji Reutersê re got, ew bi kelecan bûn ku piştî çûna Esed van zanyariyên xwe li qadê bi kar bînin.
Lê nêzîkatiya navendîparêz a hikûmetê ew dûr xistine, bipêşketin hêdî kiriye û malbat di nav nezelaliyê de hiştine.
Çalakvanê Sûriyeyî Ehmed Helmî yê serokê înîsiyatîfa Ta'afi (Saxbûn) ku balê dikişîne ser girtiyên winda û mexdûrên girtîgehan got:
"Dema nêzîkî çaryek milyon mirov winda bin tu nikarî vê yekê bi tenê bikî. Divê tu kar parve bikî."
Çalakvan her wiha komîsyonê bi "destdanîna li ser belgeyan" tohmetbar dikin.
Meha Îlonê rayedarên Sûriyeyê çalakvan Amer Matarê ku ji bo parastina serpêhatiyên girtiyan muzeyeke sanal ava kiribû, bi tohmeta ku bi rêyên neyasayî û ji bo armancên şexsî xwe gihandiye belgeyên fermî ji bo demeke kurt desteser kiribû.
Meha Mijdarê komîsyonê hişyarî da malbatan ku baweriyê bi belgeyên li ser platformên nefermî yên serhêl neynin -wekî ku Bekayî lêgerînê lê dike- û gefa vekirina rêkarên yasayî li wan platforman xwar.
"Piştgirî êşê kêm nake"
Matar berteka xwe wiha anî zimên, "Komîsyon dixwaze dosyeyê têxe bin kontrola xwe lê amûr, şiyan û şefafiyeta wê nîne. Ji malbatan baweriyê dixwaze lê encamê nade."
Seroka Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Agnes Callamardê jî diyar kir ku divê komîsyon derbarê bipêşketinan de agahdarkirinên bi rêkûpêk bike û bifikire ku alîkariya darayî bide xizmên windayan.
Callamardê got, "Tişta herî girîng a ku komîsyona niştimanî niha dikare bike ew e ku piştrast bike malbat hîs bikin ku dengê wan tê bihîstin û piştgirî didin wan."
Aliya Derracî ya ku herî dawî 1ê Mijdara 2014an kurê xwe Yezan dîtibû, sala borî di "konên heqîqetê" de derbas kir ku di serdema Esed de xeyala wan jî nedihat kirin û daxwaza agahiyan derbarê Sûriyeyiyên winda dikirin.
Piştgiriya xelkê ji bo wê baş be jî, jana dilê wê kêm nekir.
Derracî wiha axivî, "Me hêvî dikir ku em cesedên wan bibînin, wan veşêrin an jî hîn bibin bê li ku derê ne."