Rapirsiya ewil a piştî Esed: Sûriyeyî herî zêde ji kîjan welatan bawer dikin?
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bidawîhatina rejîma Beşar Esed, li Sûriyeyê yekem rapirsiya berfireh a raya giştî hat kirin.
Lêkolîna ku ji aliyê Arab Barometer û RMTeam Internationalê ve hatiye kirin, tercîhên gel ên polîtîkaya derve û hêviyên wan ên navxweyî eşkere kirin.
"Welatên Kendavê di lûtkeyê de ne"
Xebata qadê di navbera 29ê Çiriya Pêşîn û 17ê Çiriya Paşîn a 2025an de hat meşandin.
Di rapirsiyê de bi Kurdî û Erebî bi hezar û 229 kesan re hevdîtin hatin kirin.
Li gorî encaman, welatên ku gelê Sûriyeyê herî zêde baweriya xwe bi wan tîne welatên Kendavê ne.
Erebistana Siûdî bi rêjeya ji sedî 87an di rêza yekem de ye û Qeter bi ji sedî 83yan wê dişopîne.
"Tirkiye di rêza sêyem de ye"
Di lîsteya welatên ku pê bawer in de Tirkiye bi rêjeya ji sedî 73yan di rêza sêyem de cih girt.
Yekîtiya Ewropayê ji sedî 70yê baweriyê wergirt û Amerîka jî bi ji sedî 66an di rêza pêncem de ma.
Li gorî analîza kovara Foreign Affairsê, sedema ku welatên Kendavê li pêşiya Tirkiyeyê ne, "piştgiriya darayî ya ji bo jinûveavakirinê" ye.
"Baweriya bi Ehmed Şer zêde ye"
Rapirsiyê ferqa di navbera atmosfera siyasî û rastiya aborî de jî raxist ber çavan.
Ji sedî 81ê gel diyar kir ku ew baweriyê bi Serokkomarê nû Ehmed Şer tînin. Rêjeya baweriya bi hikûmetê jî ji sedî 71 e.
Lê belê li Laziqiye, Tertûs û Siwêdayê ku nifûsa Elewî û Durziyan lê zêde ye, baweriya bi hikûmetê heta ji sedî 36an daketiye.
"Aborî karesat e"
Berevajî geşbîniya siyasî, tabloya aborî reş û tarî ye.
Tenê ji sedî 17ê gel ji aboriyê razî ye û ji sedî 86an diyar kiriye ku dahata wan têra xerciyên wan nake.
Ji sedî 65ê beşdaran gotiye ku ew têra xwe xwarinê peyda nakin.
Ev rêje di nav koçberan de gihiştiye ji sedî 73yan.
"Bila komên çekdar bên belavkirin"
Di warê ewlehiyê de ji sedî 94ê beşdaran gotiye ku ew li taxên xwe di nav aramiyê de ne.
Tevî vê yekê, ji sedî 74ê civakê daxwaz dike ku komên çekdar bi temamî werin bêçekkirin.
Her wiha ji sedî 78ê xelkê, çekdarbûna takekesî wekî gefeke mezin dibîne.
"Edalet ji bo hemûyan"
Ji sedî 71ê Sûriyeyiyan demokrasiyê wekî şêweya herî baş a birêvebirinê dibînin.
Ji sedî 70ê gel dixwaze ku mekanîzmayên edaletê ne tenê sûcên serdema Esed, sûcên komên din ên çekdar jî li xwe bigire.