Ehmed Şer: Em dê edaletê pêk bînin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di yekem salvegera rûxîna rejîma Beasê de gotarek pêşkêş kir.

Şer ragihand ku wan îmaja Sûriyeyê ya li derve bi awayekî bingehîn guherandiye û ew ji bo welatên herêmê û cîhanê kiriye "hevpareke pêbawer."

Ehmed Şer bi boneya salvegera bidawîhatina desthilata 61 salî ya Partiya Beasê, li Koşka Konferansan a Şamê bangî gel kir.

Şer diyar kir ku ew salvegera rizgariya Sûriyeyê ya ji zilm û zordariyê pîroz dikin.

"Rejîmê di navbera gel de dîwarên tirsê hûnandibûn"

Serokkomarê Sûriyeyê bal kişand ser kiryarên rejîma berê û diyar kir ku wan bi mebest tovên dubendî û cudahiyê di navbera gel de çandibû.

Ehmed Şer got,"Di dil û mejiyê Sûriyeyiyan de tovên şikê çandin. Di navbera hikûmet û gel de dîwarên tirs û terorê hûnandin û peymana civakî kirin belgeya xizmetkariyê."

Şer destnîşan kir ku rejîma rûxiyayî welat ber bi xizaniyê ve biriye û wiha pê de çû:

"Wan avahiyeke bêqanûn ava kir, gendelî belav kir, gel xizan û nezan hişt û mafên wan ji destê wan stand.

 Axaftin bibû sûc û welatparêzî bibû îxanet."

"Me Sûriye kir hevpareke pêbawer"

Ehmed Şer anî zimên ku piştî salên zordariyê gel êdî baweriya xwe bi rêveberiya nû tîne û got ku wan li gorî daxwazên gel vîzyonek ji bo "Sûriyeya nû" amade kiriye.

Şer li ser pêwendiyên derve jî wiha axivî û got, "Me hewl da ku vê vîzyonê li cîhanê bidin nasîn, me pêşwaziya şandeyan kir û serdana welatan kir.

Dîplomasiya Sûriyeyê îmaja welêt a li derve guherand û me Sûriye ji bo welatên herêmê û cîhanê kir hevpareke pêbawer."

Şer derbarê aboriyê de jî ragihand ku wan di sektorên wekî enerjî, bendergeh, balafirgeh û ragihandinê de bi welatên dost re hevparî ava kiriye da ku aboriyê zindî bikin û derfetên kar biafirînin.

Serokkomarê Sûriyeyê teqezî li ser "edaleta " jî kir û got, "Dema em gavên avakirina Sûriyeya nû diavêjin, em pabendbûna xwe ya bi prensîbên edaleta veguhêz ducare dikin.

Em dê piştrast bin ku her kesê yasayan bin pê kiriye û li dijî gelê Sûriyeyê tawan kiriye hesab bide û mafên mexdûran bên parastin."

Ehmed Şer di dawiya axaftina xwe de kesên di dema şer de jiyana xwe ji dest daye bi bîr anîn û soz da ku ew dê dosyeya kesên winda bişopînin.