TAYBET - MSD: Nexweşxane bi ser birîndaran de hat rûxandin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî ragihand ku hêzên hikûmetê pêbendî agirbestê nebûne û wan nexweşxaneyek bi ser birîndaran de rûxandiye.

Hevserokê Ofîsa Pêwendiyên Giştî ya MSDyê Hesen Mihemed Elî li ser rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê ji Rûdawê re got:

"Aliyê beramber pêbendî ragihandina agirbestê nebû. Berevajî vê yekê, bi çekên giran, mûşek û tankan, nexweşxane, mal û dikan kirin armanc."

"Nexweşxane bi ser birîndaran de hat rûxandin"

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku ziyanên canî yên zêde hene û rewş karesatbar e û anî zimên:

"Nexweşxaneya Xalid bi ser wan birîndaran de hat rûxandin ku tê de bûn."

Hesen Mihemed Elî amaje bi wê yekê jî kir ku agirbest hatiye ragihandin lê êrişên Artêşa Ereban Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê ranewestiyane û got:

"Du bijîşk û 5 ciwan li Taxa Eşrefiyeyê di dema ragihandina agirbestê de hatin kuştin."

Hewlên dîplomatîk

Wî li ser hewldanên dîplomatîk ên ji bo rawestandina şer got:

"Pêwîst e guvaşa navneteweyî hebe, ji bo rawestandina demildest û misoger a şer pêwendî bi Amerîkayî û Fransizan re heye.”

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku divê ji bo gotûbêjê derbarê gihiştina bi rêyeke çareseriyê ya guncav a ji bo birêvebirina taxan jî guvaşa navneteweyî hebe.