Rêveberiya Xweser: Êrişên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê tawanên şer in
Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser piştevaniya xwe ya temam ji bo berxwedana şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê anî zimên û ragihand ku êrişên hikûmeta Şamê hewldanek e ji bo "guhertina demografî û zindîkirina DAIŞê."
Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê êrişên hêzên hikûmeta Sûriyeyê yên li ser taxên Kurdan ên Helebê yên ku ji 6ê vê mehê ve dest pê kiriye, bi rengê "êrişên hovane" bi nav kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Hedefgirtina sîstematîk a mizgeft, dibistan û malên welatiyan û wan nexweşxaneyên ku ji ber bombebaranê ji kar ketine, binpêkirineke eşkere ya yasayên navneteweyî ye û dikeve çarçoveya tawana şer, bi taybetî ku jin û zarok şehîd û birîndar bûne."
"Hewldana guhertina demografiyê"
Rêveberiya Xweser diyar kir ku armanca van êrişan komkujî, koçberkirina bi darê zorê û guhertina demografiya bajarê Helebê ye.
Her wiha hikûmeta Şamê tohmetbar kir ku “bi piştevaniya rasterast a Tirkiyeyê” û “bi beşdariya komên tundrev” kar ji bo hilweşandina "Peymana 1ê Nîsanê" dike.
Di beşeke daxuyaniyê de hat gotin: "Ji aliyê hinek ji wan koman ve dirûşm û sembolên DAIŞê hatine bilindkirin ku ev jî hewldaneke redkirî ye ji bo zindîkirina wê rêxistina tawanbar li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê."
Redkirina danîna çekan
Rêveberiya Xweser piştevaniya xwe ji bo biryara Meclisa Giştî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê nîşan da ku red dikin xwe radest bikin û got:
"Ev biryar îradeya gelekî azad e û mafekî rewa ye ji bo parastina rewa."
Her wiha tekezî li ser wê yekê kir ku nabe bawerî bi aliyekî were anîn ku "di hedefgirtina xelkê sivîl de cih girtiye."
Bêdengiya navneteweyî
Rêveberiya Xweser derbarê helwesta welatan ragihand:
"Bêdengiya civaka navneteweyî û aliyên garantor ên peymanên 10ê Adarê û 1ê Nîsanê ya li hemberî van tawanan, beşdarbûna nerasterast e û handana destdirêjîkaran e ji bo berdewamiya kuştinê."
Rêveberiya Xweser daxwaz ji hêzên demokratîk û xelkê Sûriyeyê kir ku beşdarî "seferberiya giştî" bibin ku ji aliyê encumena giştî ya her du taxan ve hatiye ragihandin da ku rê li ber "komkujiyê" were girtin.