Fransa: Em hewl didin di navbera HSD û Şamê de navbeynkariyê bikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer bi telefonê axivîn.
Fransayê bangî aliyan kir ku li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê agirbestê ragihînin.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê derbarê rewşa Helebê û peywendiya telefonî daxuyaniyek belav kir.
Fransa diyar kir ku ew bi dilgiranî rewşa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê dişopînin.
Parîsê êrişên li ser sivîlan şermezar kir û daxwaza agirbesteke bilez kir.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê eşkere kir ku ew bi hevahengiya Amerîkayê hewl didin di navbera desthilata veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de diyalogê hêsan bikin.
Fransayê tekez kir ku ew pêbendî bicihanîna tam a "Peymana 10ê Adarê" ne ku ji bo yekîtiya Sûriyeyê girîng e.
Ehmed Şer: Kurd şirîkên esasî ne
Li aliyê din, Serokkomariya Sûriyeyê jî li ser naveroka hevdîtina Emmanuel Macron û Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Ehmed Şer ji Macron re gotiye ku ew hewl didin jiyana asayî li Helebê vegerînin û sivîlan biparêzin.
Ehmed Şer di hevdîtinê de qala Kurdan kiriye û gotiye:
"Dewlet dê hemû pêkhateyan biparêze, di serî de jî pêkhateya Kurd a resen ku parçeyekî bingehîn ê niştimanî ye û di avakirina paşeroja Sûriyeyê de şirîkê esasî ye."
Macron jî tekezî li ser yekîtî û serweriya Sûriyeyê kir û piştgiriya xwe ya ji bo hewlên îstiqrarê nîşan da.