Şandeyeke bilind a Yekîtiya Ewropayê li Şamê ye
Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke bilind a Yekîtiya Ewropayê gihîşt Şama paytexta Sûriyeyê û biryar e bi Serokkomarê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şer re bicive.
Tê çaverêkirin ku rewşa Helebê û parastina mafên netewe û pêkhateyan di rojeva şandeyê de bin.
Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen gihîşt Şamê û ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ve hat pêşwazîkirin.
Ji bilî Von der Leyenê, Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa jî di nava şandeyê de ye.
Ev piştî rûxîna desthilata Beşar Esed serdana yekem a serokên Komîsyon û Konseya Ewropayê ya Şamê ye.
Berdevka Komîsyonê Paula Pinhoyê li Brukselê ragihand ku serdana Von der Leyenê beşek e ji gereke berfireh a li Rojhilata Navîn ku armanca wê xurtkirina pêwendiyan û nirxandina rewşa herêmê ye.
Yekîtiya Ewropayê doh dilgiraniya xwe ya kûr li ser şerê li taxên Kurdan ên li Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê anîbû ziman.
Berdevkê Yekîtiya Ewropayê Enwer Elenûnî li ser rewşa Helebê gotibû:
"Em dixwazin ku rêz li mafên mirovan were girtin û pirsgirêk bi zimanê dîplomasî û aştiyane werin çareserkirin."
Yekîtiya Ewropayê û Amerîka daxwaza "hikûmeteke berfireh" li Sûriyeyê dikin lê hîn hikûmeta Sûriyeyê gelek pirsgirêk çareser nekirine.
Di serê wan pirsgirêkan de bicihanîna Peymana 10ê Adara 2025an tê ku di navbera Serokê qonaxa veguhêz Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hatibû îmzekirin.