Elewiyên Sûriyeyê li hemberî Şamê rabûn: Kurd mînak hatin nîşandan
Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Bilind a Elewiyan a Sûriye û Diyasporayê li hemberî birêvebiriya Şamê rabû.
Konseya Bilind a Elewiyan a Sûriye û Diyasporayê merciê herî bilind ê rûhanî yê civaka Elewiyên Sûriyeyê ye.
Serokê Konseya Bilind a Elewiyan a Sûriye û Diyasporayê Şêx Xezal Xezal peyameke vîdeoyî belav kir.
Şêx Xezal Xezal rewşa siyasî ya li Sûriyeyê û gotinên "lihevhatina niştimanî" bi tundî rexne kirin.
"Doza me dê heta edalet were bidome"
Şêx Xezal Xezal tekez kir ku doza Elewiyan ne meseleyeke şexsî ye, dozeke xelkê ye û got:
"Vê dozê bi dilopa yekem a xwîna ku bi neheqî hatiye rijandin dest pê kir.
Heta ku maf were xespkirin û edalet winda be dê berdewam bike. Heta ku li ser vê axê nefeseke Elewiyan a bi rûmet bimîne têkoşîna me dê bidome."
"Pêşî Kurd, paşê Şamî tên hedefgirtin"
Şêx Xezal Xezal diyar kir ku otorîteya heyî hewl dide bi hedefgirtina pêkhateyên cuda yên civaka Sûriyeyê li ser pêyan bimîne û di daxuyaniyê de cih da van tespitan
"Ev pêkhate, civakê ne wekî çavkaniya rewabûnê, wekî amûreke bazarê dibîne.
Bi mantiqa 'bi dorê hedefgirtina pêkhateyan' dixebitin. Mînaka dawî ya vê yekê, pêşî êrişkirina li dijî Kurdan, paşê jî tacîzên li hemberî xelkê resen ê Şamê ne.
Carinan di bin navê ewlehiyê, carinan pêşîlêgirtina dabeşbûnê, carinan jî di bin navê rizgariyê de êriş dikin.
Lê encam her heman e, binpêkirin, komkujî û mafên hatine rawestandin."
"Şirîkatiyeke rast nîne”
Serokê Konseyê red kir ku pêvajoya heyî ya li Sûriyeyê wekî "lihevhatina niştimanî" pênase bike û sîstem bi "birêvebirina krîza meşrûiyetê" tohmetbar kir û got:
"Tiştên ku îro diqewimin ne lihevhatineke niştimanî ne û ne jî şirîkatiyeke rast in.
Ev, birêvebiriya krîzê ya otorîteyeke zorê ye ku nekarî bi ti pêkhateyeke Sûriyeyî re pêwendiyeke bi îstîqrar deyne.
Dixwazin têkçûna xwe ya mezin a li hundir bi her awayî veşêrin."
"Em bazara li ser xwîna xwe qebûl nakin”
Şêx Xezal Xezal diyar kir ku ew wekî civaka Elewiyan ne alîgirê rageşiyê ne lê helwesteke teslîmiyetê jî red dikin û got:
"Em çareseriyên nîvco yan jî pakijkirina sûcan di bin navê reforman de qebûl nakin.
Em dê nebin perde, nebin sotemenî û nebin rehineyên vê sîstema ku nekarî dewletekê ava bike."
"Ewlehî ne xêr e, mafekî hiqûqî ye"
Şêx Xezal Xezal her wiha tekez kir ku mafên hebûn û ewlehiyê yên ji bo hemû gelên Sûriyeyê ne bi xêra hinekan, tenê bi rêyên hiqûqî û siyasî dikarin bên misogerkirin û got:
"Hebûn, ewlehî û şirîkatî; ne tenê daxwazên exlaqî ne. Ev mafên hiqûqî û siyasî ne.
Ev maf ne bi bazarê yan bi minetê, dê bi awayekî temam bên vegerandin.
Ev soza me, dilsoziya me ya ji bo xwîna rijiyayî û dîroka me ya ku nayê jibîrkirin e."