Li Cerablusê teqîn: 3 çekdarên Artêşa Azad hatin kuştin

09-03-2019
RÛDAW
Nîşan Cerablus Artêşa Azad Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Sûriyê, li navçeya Cerablusê ya ser bi Helebê ve ku kontrola wê di destê Artêşa Tirkiyê û Artêşa Sûriyeya Azad de ye, bi motoreke bombebarkirî êrîşek pêk hat. Di encama êrîşê de 3 polîsên girêdayî Artêşa Azad hatin kuştin.

 

Li gor nûçeya Anadoluyê, hêzên polîs, motora ku bombe lê barkirî bûye dibînin û tîma pûçkirina bombeyan agahdar dikin. Piştî ku tîm, ji bo pûçkirina bombeyê tê cihê bûyerê û dest bi karê pûçkirinê dike, bombe tê teqandin û di encamê de ji tîma pûçker 3 polîs canê xwe ji dest didin û yek jî birîndar dibe.

 

Di 21ê Sibata îsal de jî li Minbicê di êrîşekê de, otomobîleke bombebarkir hatibû teqandin û di encama wê êrîşê de 5 endamên Artêşa Azad hatibûn kuştin.

 

Li bakurê Sûriyê, rûbereke berfireh ku ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, bajar û bajarokên Bab, Cerablus û Ezazê pêk tê, di destê Artêşa Azad a ser bi Opozisyona Sûriyê û Tirkiye de ne.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst