Hewlêr (Rûdaw) - Li bakurê Hemayê û başûr û rojavayê Idlibê operasyonên leşkerî yên Rûsya û artêşa Sûriyê dijî grûpên çekdar ên opozisyonê di roja xwe ya 14an de bi dijwarî berdewam in.
Ji ber bordûmana firokeyên Rûsya û topbarana artêşa hikûmetê xelkên bajarokên Kefir Nebûde, Kefir Zîta û Qelat Medîq li bakur-rojavayê Hemayê, akinciyên Xan Şêxûn, Kenesferre, Sifohin û gundên derdora wan ên başûrê Idlibê ber bi deverên sînorê ligel Tirkiyê direvin, û di nav rezên darên zeytûnan ên gundê Etmê de bicîh bûne.
Koçbera Idlibê Fatme Misrî dibêje: “Piştî avêtina bermîlek teqîner, firokeyên şer em bordûman kirin, daku kesekî di jiyanê de nehêlin, ne darek, ne kesek, ne berxek nehiştin, ka emê bi kûderê ve biçin? Malbata me 35 kes in, ka emê biçin kûderê, me çadir divên, me xwarin navê, tenê me çadir divên, emê rojî bigirin, ev neh rojin em li vê derê ne.”
Ji ber bordûmana dijwar a firokeyên Rûsya û bermîlên teqîner ên helîkopterên Sûrî rewşa xelkê li bakurê Hema û başûr û rojavayê Idlibê gelekî xerab bûye. Sazî, dibistan, nexweşxane û tevgera bazirganî hemû jinav çûne.
Koçberê Idlibê Ehmed Şeqûr dibêje: “Xelk ber bi bakurê Sûriyê direvin, ber bi devera Etmê ligel Tirkiyê direvin, heta bi rê de jî firokeyan em bordûma kirin, zerar hebûn, em gihiştin devera aram a bakurê Sûriyê.”
Li gor çavkaniyên opozisyonê di êrîşên 14 rojên borî de bo ser bakurê Hema û başûr û rojavayê Idlibê 114 kesan canê xwe ji dest dane, 248 kes birîndar bûn û herwiha 250 hezar sivîl jî koçber û derbeder bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse