FLAŞ - Çekdarên Mertala Firatê gihîştin 300 metriya El-Babê

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên ser bi Artêşa Sûriya Azad ve di çarçoveya Operasyona Mertala Firatê ya bi piştgiriya Tirkiyê de, ber bi bajarê El-Babê ve pêşve diçin û gihîştine ber deriyê bajêr.

 

Fermandeyekî pilebilind ê Artêşa Sûriya Azad ê bi navê Ebû Mecîd Komele di daxuyaniyeke taybet de ji Rûdawê re ragihand: Yekîneyên çekdarî tenê 300 metreyan ji bajarê El-Babê dûrin û hêzên me her du gundên Eldana û Berata li rojavayê bajêr jî kontrol kirin.

 

Ebû Mecîd Komele tekez kir, ku şer û pevçûn li derdora bajarê El-Babê di navbera hêzên wan û çekdarên DAIŞê de hêj berdewam in.

 

Ebû Mecîd herwiha got: DAIŞê di heyama 24 satên bihorî de zêdetir ji otomobîleke bombekirî teqandiye, ev jî bi armanca rêgirtin ji pêşveçûna hêzên me ber bi bajarê El-Babê ve.

 

Wî fermandeyê Artêşa Sûriya Azad ji Rûdawê re da xuyakirin: Hemû yekîneyên di nava operasyona Mertala Firatê de, hemû hêzên xwe ji bo dorpêçkirina çekdarên DAIŞê di nava bajarê El-Babê de kom kirine.

 

Ebû Mecîd Komele destnîşan kir: Di saetên bihê de ew dê derbasî nav bajarê El-Babê bibin û DAIŞê li bajêr derxin.

 

Xurtbûna operasyona Artêşa Sûriya Azad bo girtina bajarê El-Babê piştî wê yekê hat, ku Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, 300 serbazên hêzên taybet ên wî welatî bo bihêzkirina operasyona Mertala Firatê şandine nav Sûriyê.