Bi roketan êrişî balafirgeheke Şamê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Televîzyona fermî ya Sûriyeyê ragihand ku roketên ku çavkaniya wan ne diyar e li nêzîkî Balafirgeha Leşkerî ya Mezeyê ya li Şamê ketine.

Televîzyona Al Ekhbariya ya fermî ya Sûriyeyê ragihand ku îro Sêşemê guleyên ku çavkaniya wan ne diyar e li derdora Balafirgeha Leşkerî ya Mezeyê ya li Şama paytext ketine.

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) jî ragihand ku dengê teqînekê li derdora Şamê hatiye bihîstin û li ser mijarê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.

Amerîka dixwaze li Şamê baregehekê ava bike

Reutersê meha çiriya paşîn ragihandibû ku Washington plan dike hebûna xwe ya leşkerî li baregeheke esmanî ya li Şamê ava bike.

Li gorî nûçeyê, armanca vê yekê ew e ku ewlehî ji bo peymana ku Washington di navbera Sûriye û Îsraîlê de navbeynkariyê dike were dabînkirin.

Hewldanên ji bo kêmkirina rageşiyê

Ew baregeha asmanî li deriyê başûrê Sûriyeyê ye û tê payîn ku bibe herêmeke bêçek wekî beşek ji peymana "neêrişkirinê" ya paşerojê ya di navbera Îsraîl û Sûriyeyê de.

Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê nûçeya Reutersê red kir û got "derew e" lê hûrgiliyên zêdetir nedan.

Amerîka di navbera Sûriye û Îsraîlê de navbeynkariyê dike da ku rageşiyê kêm bike û bigihîje peymaneke ewlehiyê.

Şam hêvî dike ku bi vê peymanê Îsraîl ji wan axên ku vê dawiyê dest daniye ser vekişe.