Li Şamê krîza sotemeniyê serî hildaye

10-04-2019
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Şam Sotemenî Krîz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyê krîzeke nû derketiye, ew paytext ku ev çend sal in ji êşên şer dinale, niha ji krîza kêmbûna sotemeniyê gazinan dike.

 

Rojane şofêrên Şamê çend demjimêran li ber benzînxaneyan radewestin bi tenê ji bo wergirtina 20 lître benzîn, lê hin caran jî piştî rawestana 5 yan 6 demjimêran benzîn li benzînxaneyê namîne, û şofêr bi destê vala vedigerin.

 

Şofêrê taksiyê Ebû Samî dibêje: “Piştî nemana gazê, niha benzîn jî nemaye, rewş bi ku ve diçe ti kesek nizane, em ji ber vê rewşê dinalin, hemû xelkê Sûriyê ji ber vê rewşê bêzar bûne, bi rastî em westiyan.

 

Beşek ji van şofêran geştên xwe ji ber derveyî Şamê encam didin, ku 20 lître benzîn têra tiştekî nake, hin caran ew neçar dibin ku bi tenê geştekê encam bidin, û li pey re bê kar bimînin.

 

Şofêrê bi navê Husam Êntablî dibêje: “Ji bo Helebê 20 lître têra tiştekî nake, rast e? Em rojane bi tenê yek carî otombîla xwe ji benzînê pir dikin, duh ez 5 demjimêran li wêstegeha Ceremana rawestiyame, dema ku ez gihiştime nav wêstgehê ji min re gotin ku gaz nemaye.”

 

Di van çend rojên derbasbûyî de krîzeke sotemeniyê li Sûriyê bi giştî û li Şama paytext bi taybetî çê bûye, ev yek jî piştî dengoya ku wê hikûmet nirxên sotemeniyê bilind bike.

 

Rewşa heyî şofêran neçar kiriye ku heta çend demjimêran li ser wêstgeha rawestin, daku çend lître benzîn peyda bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst