YPG derbasî gund bû û jina Sûrî serpêça DAIŞê avêt erdê
Navenda Nûçeyan – Jineke Sûrî piştî ku gundê wan ji aliyê şervanên YPGê HSDê ve ji destê DAIŞê tê rizgarkirin, serpêça xwe û cilên reş ên li ber xwe davêje û dest bi dîlanê dike.
Di torên civakî de wêneyeke jineke Sûrî belav bûye ku ji be rkêfxweiya rizgarbûna ji destê DAIŞê dîlanê dike û serpêça reş a li ser serê xwe davêje.
Li gorî agahiyan, piştî ku şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) serkêşiya wê dike, gundekî derdora bajarê Minbicê ji destê çekdarên rêxistina tundrew a îslamî ya bi navê DAIŞê rizgar dikin, ew jina Sûrî kêfxweşiya xwe bi şêweyek cuda nîşan dide.
Ew jina Sûrî cilên xwe yên reş û serpêça ser serê xwe ku ji ber yasayên DAIŞê bi neçarî li xwe kiribûn, bi derbasbûna şervanên YPGê û HSDÊ bo nav gundê wan, davêje û bi kêfxweşî ve direqise.
Wêneyê wê jina Sûrî li 48 malperên cîhanê hatiye belavkirin û 39 hezar carî di nav torên civakî d ehatiye parvekirin. Herwiha heta niha zêdetirî 1 milyon û 75 hezar kesî wêneyê wê jina Sûrî dîtine û bi deha navnîşanîn nûçeyan li ser heman wêneyî di medyayên cîhanî de hatine belavkirin.
Hêzên sûriya Demokratîk di destpêka vê mehê (Hezîran) operasyona rizgarkirina bajarê Minbicê ji destê DAIŞê dest pê kirin. şervanên HSDê niha ji 4 aliyan ve Minbic bi timamî dorpêç kirine û tê pêşbînîkirin, îşev yan sibe derbasî nav bajêr bibin.
Li derdora Minbicê jî şervanên HSDê heta niha zêdetirî 70 gund ji destê çekdarên DAIŞê derxistine.
Amerîka him bi balafirên xwe yên şer li esman û him jî li erdê bi hêzên xwe yên bejayî piştgiriyê dide operasyona Minbicê.
Fransa jî ragihandiye, ku bo piştgirîkirina operasyona rizgarkirina Minbicê û Reqayê hêzek leşkerî ya taybet bo dana şêwirên leşkerî dişîne Rojavayê Kurdistanê.