100 hezar penaber dê biçin welatên rojava
Hewlêr (Rûdaw)- 28 welat amade ne pêşwazî li 100 hezar penaberên Sûriyê bikin û Neteweyên Yekbûyî car din wê alîkariyên xwarinê bide penaberên Sûriyê.
Komîsyona Bilind a Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand ku, 28 welatan amadehiya xwe nîşan dane ji bo pêşwaziya 100 hezar penaberên Sûriyê bikin ku niha li welatên derdora Sûriyê penaber bûne.
Penaberên Sûriyê, ku hejmara wan nêzîkî 3 milyon kesî ye, piraniya wan li welatên derdora Sûriyê ne, wek Tirkiyeyê, Urdin, Libnan û Iraq (Herêma Kurdistanê).
Li aliyê din, Programa Xwarinê ya Cîhanî ragihand ku, wê piştgiriya darayî wergirtiye û ewê alîkariya xwarinê car din bide nêzîkî milyonek û 700 hezar penaberên Sûriyê li Tirkiyê, Iraq û Misrê.
Programa Xwarinê ya Cîhanî herwiha diyar kir ku di kampanya alîkarîkirina penaberên Sûriyê de nêzîkî 80 milyon dolar hatine komkirin û bi vê yekê wê nêzîkî 30 dolarî li ser her takekî malbatê di nava vê mehê de were parvekirin.
Berî niha hemn programa ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihandibû ku ji ber tinebûna piştgiriya darayî, ewê alîkariya xwarinê liser nêzîk milyonek û 700 penaberên Sûriyê rawestîne.