HELEB - Gelek çekdarên hikûmeta Şamê hatine kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Bîlançoya şerê li taxên Kurdan ên li Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yê di navbera Artêşa Ereban a Sûriyeyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) de giran dibe.
Çavkaniyên xwecihî û raporên leşkerî radigihînin ku kom û komikên çekdar ên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li herêmê gelek winda dane.
Çavkaniyên xwecihî yên ku çalakiyên komên çekdar ên li Helebê dişopînin (Ibn Rif Heleb el-Cenûbî), ragihand ku di êrişên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de herî kêm 23 leşkerên Artêşa Ereban a Sûriyeyê hatine kuştin lê li aliyê agahî hene ku hejmar gelekî ji vê zêdetir e.
Nav û wêneyên hinek ji kuştiyan bi raya giştî re hatin parvekirin û hat diyarkirin ku piraniya wan di komên zirxî û komên cuda yên Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de erkdar bûne.
"42 hezar çekdar êriş dikin"
Nûnerê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Herêma Kurdistanê Hoşeng Derwêş ji Rûdawê re axivî û bal kişand ser mezinahiya êrişê.
Hoşeng Derwêş diyar kir ku êrişa li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ji aliyê 4 tumenên cuda yên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ve bi tank, yekîneyên topavêj û çekên giran tê birêvebirin.
Derwêş da zanîn ku hejmara giştî ya hêzên çekdar ên ku tevlî êrişê bûne nêzîkî 42 hezarî ye.
Komên çekdar ên li Helebê
Hoşeng Derwêş li ser tumenên ku di êrişê de rola sereke dilîzin jî ev agahî dan:
"Tumenên 60 û 80yî. Tê îdiakirin ku ev komên di bin birêvebiriya Ebû Kuteybe Minbicî de ji hêmanên radîkal ên bi eslê xwe Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) pêk tên.
Tumena 76an (Hemzat), koma bi serkêşiya Seyfettîn Ebûbekir e.
Tumena 72yan jî ji yekîneyên bi serkêşiya Xetab El Albanî pêk tê."
Her wiha hat tomarkirin ku di şer û pevçûnan de gelek endamên Artêşa Ereban a Sûriyeyê jî hene.
Şerê ku 6ê Kanûna Paşîn li Helebê dest pê kir û bajar veguherand qada şer, di navbera îdiayên "kontrola tam" a Artêşa Ereban a Sûriyeyê û daxuyaniyên "berxwedan didome" yên Asayîşê de didome.
Hat ragihandin ku ji ber şer zêdetirî 159 hezar sivîl koçber bûne û krîza mirovî ya li herêmê berdewam dike.