Erebistana Siûdî dê 1,65 milyon bermîl petrol bide Sûriyeyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê û Sindoqa Bipêşketinê ya Erebistana Siûdî lihevtêgihiştinek îmze kir ku li gorî wê Erebistana Siûdî bi armanca "piştgiriya sektora enerjiyê" dê milyonek û 650 hezar bermîl petrola xav wekî alîkarî bide Sûriyeyê.

Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyeyê Mihemed Beşîr ji rojnamegeran re ragihand:

"Ev alîkarî di çarçoveya piştgiriya Erebistana Siûdî ya ji bo Sûriyeyê de ye û dê bandoreke wê ya baş li ser pêkanîna bipêşketin û jinûveavakirinê hebe."

Mihemed Beşîr amaje bi wê yekê jî kir ku petrola xav ji bo parzûnkirinê dê ji bo Parzûngeha Banyasê were veguhastin û piştre dê stasyonên sotemeniyê werin avakirin.

Birêvebirê Sindoqa Bipêşketinê ya Erebistana Siûdî Sultan Bin Ebdulrehman Murşid derbarê mijarê ragihand:

"Ez îro bi rênimayiya Şah Selman Bin Ebdulezîz û Şahzade Mihemed Bin Selman ji bo îmzekirina peymaneke lihevtêgihiştinê ya li ser alîkariyekê ku Erebistana Siûdî bi rêya Sindoqa Bipêşketinê pêşkêş dike li Sûriyeyê me."

Li gorî ajansa a fermî ya Sûriyeyê SANAyê alîkarî ji bo piştgiriya sektora enerjiyê ya li Sûriyeyê milyonek û 650 hezar bermîl petrola xav e.

Sultan Bin Ebdulrehman Murşid amaje bi wê yekê jî kir:

"Ev alîkarî ji bo piştgiriya gelê Sûriyeyê berdewamiya hewlên Erebistana Siûdî ye."

Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê 28ê meha borî di warên petrol û elektrîkê de çend peyman bi kompanyayên Erebistana Siûdî re îmze kiribûn.