Leşkerên Beşar Esed xapand keçik rizgar kir!

 

Hewlêr (Rûdaw) – Di vîdyoyekê de ku tê gotin li Sûriyê hatiye kişandin, zarokek ji aliyê zarokekî ve tê rizgarkirin!

 

Di vîdeyoyeke de ku li Sûriyê hatiye kişandin, tê dîtin ku zarokek rastî êrişên leşkerên Beşar Esed hatiye û ji aliyê zarokeke din ve tê rizgarkirin.

 

Di vîdyoyê de ku li ser malperên civakî hatiye weşandin, tê xuyakirin ku leşkerên Esed êrişî ser malekê dikin û zilamek di heman demê de ji malê derdikeve û redive.

 

Herwiha dema şer hêj didome, zarokek li erdê pal daye û yên ku vîdyoyê dikêşin jî di navbera xwe de dibêjin “zarok mirî ye”…

 

Paşê zarok radibe û ber bi erebeyek şewitî ve diçe û wê demê jî leşkerên Esed guleyan berdidin wî…

 

Ew zarok xwe davêje erdê û xwe dike weke miriyan. Paşê jî radibe û diçe destê keçikê digire û wê ji şerî rizgar dike.

 

Nayê zanîn ku ew dîmen li kudera Sûriyê hatine kişandin…