Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê: Tevlîbûna me ya Koalîsyonê li gorî şerîetê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Mazhar Weys got, tevlîbûna Sûriyeyê ya Koalîsyonê Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê "gaveke li gorî şerîetê û li gorî serweriya dewletê ye".

Balyozxaneya Amerîkayê ya Sûriyeyê ragihand ku Sûriye tevlî Koalîsyonê Navneteweyî ya li dijî DAIŞê bûye.

Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Mazhar Weys li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyeke belav kir û diyar kir ku rexneyên li ser hevkariya bi Koalîsyonê re "bêbingeh" in.

Mazhar Weys got ku bêdengiya wan bi şaşî hatiye şirovekirin û wiha axivî:

"Bêdengiya me ne ji bêçaretiyê, ji hîkmetê ye.

Lê dema pêwîst be, ji bo veqetandina heq û batilê, axaftin jî erkekî dînî ye."

Mazhar Weys bi bîr xist ku di dîroka Îslamê de dostanî û dijminatî gelek caran bi şaşî hatine fêmkirin û tekez kir ku her cure hevkarî ji aliyê dînî ve ne qedexe ye û koordînasyonên ku "ji bo berjewendiya Misilmanan" in, meşrû ne û anî ziman:

"Her rêkeftin an jî koordînasyonek li gorî şerîetê ne dijminatî ye. Şerîet ne li lafizan, li mebest û wateyan dinêre.

Hevkariya ku îro tê meşandin, ne hevpeymaniyeke leşkerî an jî teslîmiyet e; parvekirina agahiyan û koordînasyona ewlehiyê ye."

Weys bi eşkereyî diyar kir ku tevlîbûna Koalîsyonê "nayê wateya bindestiya Amerîkayê an jî hêzeke derve" û got ku ev hevkarî biryara dewleta Sûriyeyê ye.

Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Mazhar Weys got:

"Ev tedbîreke ku dewleteke serwer ji bo ewlehiya xwe standiye.

Sûriye mafdar e ku di têkoşîna li dijî gefa DAIŞê de hemû derfetan bi kar bîne."

“DAIŞê xwîna Misilmanan helal kir”

Mazhar Weys di daxuyaniya xwe de amaje bi zerera mezin a ku DAIŞê daye cografyaya Îslamê jî kir û got ku rêxistin "çavkaniya fitne û wêraniyê" ye û wiha axivî:

"DAIŞê bi helalkirina xwîna Misilmanan, felaket bi serê welatan de anî.

Hebûna wan bûye hinceta midaxeleyên biyanî.

Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî wan, hem ji aliyê dînî û hem jî ji aliyê aqilî ve pêwîst e."

Weys bi bîr xist ku têkoşîna Sûriyeyê ya li dijî DAIŞê gelekî berî Koalîsyonê dest pê kiriye û da zanîn:

"Gelê Sûriyeyê û artêşa wê di şerê li dijî DAIŞê de di eniya pêş de cih girtiye.

Em ne bi destûra kesî, bi baweriya xwe li dijî terorê têkoşiyan."

Mazhar Weys her wiha diyar kir ku dewlet di koordînasyonên navneteweyî yên bi vî rengî de bi hevsengiya "fiqh û siyasetê" tevdigere û got:

"Erka dewletê parastina berjewendiya Umetê ye.

Hevkariyên bi vî rengî yên sînordar, di fiqha siyaseta Îslamê de caiz in.

Ji ber ku berjewendî girantir e. Dewlet, ji mirovan cuda, xwedî qadeke berfireh a berjewendiyan e."

Wezîrê Dadê yê Sûriyeyê Mazhar Weys her wiha anî ziman:

"Tiştê ku îro tê kirin, ji bo misogerkirina yekîtiya welêt, ewlehiya gel û îstiqrara welatê Îslamê ye.

Ev hevkarî li gorî ruhê şerîetê, berjewendiya dewletê û berjewendiya gel e.

Serwerî jî, biryar jî ya dewleta Sûriyeyê ye."