SÛRIYE - Rêxistineke Cihûyan mohleta fermî wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Sûriyeyê mohlet da yekemîn rêxistina Cihûyan da ku li ser vegerandina milkên Cihûyên Sûriyeyê bixebite û careke din perestgehên wan veke û nûjen bike.
Wezîra Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê Hind Qebwatê ragihand ku di Sûriyeya nû de cudayî di navbera ol, mezheb û neteweyan de tuneye.
Cihûyên Sûriyeyê niha li Kenîseya Francos Synagogue dicivin. Ev der yekane perestgeha wan a vekiriye li Şamê û dîroka wê vedigere dawiya sedsala 15an.
Henry Harman kurê xaxamê dawîn ê Cihûyan ê Sûriyeyê ye.
Ew ne tenê ji bo bicihanîna merasîmên xwe yên olî li wir e, di heman demê de ji bo hejmartina mal û milkên Cihûyên ên li Sûriyeyê û parastina wan dixebite.
Ev pêngav piştî bidestxistina mohleta fermî ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê hat avêtin.
“Em dê cihên pîroz nûjen bikin”
Yek ji Damezrênerên Rêxistina Çanda Cihûyên Sûriyeyê Henry Hamra li ser armancên xwe wiha got:
"Armanca me tomarkirin û vegerandina wan milkên Cihûyan e ku di dema rejîma berê de hatibûn desteserkirin. Em dê cihên pîroz nûjen bikin da ku Cihûyên cîhanê bikaribin wan ziyaret bikin."
Civata Cihûyan ku rehên wê li Sûriyeyê vedigerin heta serdemên beriya zayînê, hewl dide hebûna xwe li Sûriyeyê jinûve vejîne.
Desthilata nû ya li Şamê jî li hember vê yekê nermî nîşan daye.
“Ev peyameke bihêz e”
Wezîra Kar û Barên Civakî ya Sûriyeyê Hind Qebwat li ser mijarê daxuyaniyek da û got:
“Me îro mohlet da yekemîn rêxistina Cihûyan a li Sûriyeyê û da ku Komeleya Çanda Cihûyan bê avakirin.
Ev peyameke bihêz a dewleta Sûriyeyê ku em cudahiyê naxin navbera ol û mezheban yan jî neteweyan.”
Hejmara Cihûyan çawa kêm bû?
Heta sala 1947an hejmara Cihûyan li Sûriyeyê derdora 15 hezar kesan bû. Sala 1957an ev hejmar daket 4 heta 5 hezar kesan.
Ev hejmar piştî sala 1970yî, di dema Hafiz Esed de ji ber qedexekirina geşta wan ji aliyê desthilatê ve di heman astê de mabû.
Destpêka salên 90î, bi taybetî di navbera salên 1992 û 1994an de Hafiz Esed rê da wan ku ber bi Amerîkayê ve herin û hejmara wan zêdetir daket.
Her çi qas di dema malbata Esed de Cihûyên li Sûriyeyê merasîmên xwe yên olî dikirin jî lê bi dehan milkên wan ji aliyê wê desthilatê ve hatibûn desteserkirin.