HELEB - Cenaze li kolanan mane
Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Şêx Meqsûdê wêranî zêde yem hîn jî cenaze li kolanan in û bi dehan kes winda ne.
Çavkaniyeke taybet a ji taxa Şêx Meqsûdê ji Rûdawê re da zanîn ku hejmara qurbaniyên êrişa li taxê ji ya ku hatiye ragihandin zêdetir e.
Heman çavkaniyê ji Rûdawê re ragihand ku li rojavayê taxa Şêx Meqsûdê û bi taybetî jî li derdora Mizgefta Selahedînê ya li naverasta taxê kuştin û wêranî zêde ye.
Li gorî heman çavkaniyê, heta niha term li hinek kolanên taxê û di nav hinek malan de mane.
Çavkaniya taybet derbarê windahiyan jî diyar kir ku bi dehan niştecihên taxê bêserûşûn in û çarenivîsa wan ne diyar e.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê 6ê vê mehê, êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê kir ku Kurd lê dijîn.
Ji ber êrişê bi dehan kesan canê xwe ji dest da û birîndar bûn, bi hezaran kes jî koçber bûn.