Sûriye: Me Baregeha Tenefê ji Amerîkayê wergirt
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku yekîneyên artêşê Baregeha Leşkerî ya Tenefê ya li başûrê welêt wergirtiye.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê îro daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku hêzên wan li herêmê bi cih bûne.
“Bi hevahengiya Amerîkayê pêk hat”
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe ya li ser hesabên fermî de da zanîn ku wergirtina baregehê “bi hevahengiya di navbera aliyê Sûriyeyê û aliyê Amerîkayê de” pêk hatiye.
Ajansa Reutersê jî doh çarşemê ji zarê du çavkaniyên ewlehiyê ragihandibû ku Amerîkayê hêzên xwe ji Baregeha Leşkerî ya Tenefê ya li başûrê rojhilatê Sûriyeyê veguhastine Urdinê.
Li sînorê Urdin û Îraqê belav dibin
Wezaretê destnîşan kir ku yekîneyên artêşê “li çolistana Tenefê dest bi belavbûna li ser sînorê Sûriye, Îraq û Urdinê kiriye.”
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hêzên Nobedarên Sînor ên ser bi Wezareta Parastinê ve dê rojên pêş dest bi wergirtina erkên xwe bikin û li herêmê belav bibin."
Baregeha Tenefê
Baregeha leşkerî ya Tenefê ku wekî baregeha herî mezin û giring a Amerîkayê ya li Sûriyeyê dihat naskirin ku 3yê Adara 2016an hatibû avakirin.
Ev baregeh li parêzgeha Himsê û li ser sêgoşeya sînorî ya di navbera Sûriye, Îraq û Urdunê de ye.
Armanca sereke ya avakirina vê baregehê, perwerdekirina şervanên mixalefeta Sûriyeyê (Artêşa Sûriyeya Azad - FSA) bû da ku li dijî rejîma Beşar Esad şer bikin.
Her wiha wekî navendeke sereke ji bo têkoşîna li dijî DAIŞê û girtina rêya çekdarên rêxistinê ya li deriyê sînorî yê Welîdê dihat bikaranîn.