El-Cerba piştgîrî da Sûriyeke nenavendî

12-03-2016
RÛDAW
Nîşan Ehmed El-Cerba Sûriyem Şepêla Pêşeroja Sûriyê
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Serokê berê yê Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê Ehmed El-Cerba li paytextê Misirê bajarê Qahîreyê hêzeke nû ava kir û ragihand, ew piştgîriyê didin sûriyeke pirra lî û nenavendî.

 

Li paytextê Misirê bajarê Qahîreyê hêzeke din a Dijbereya Sûriyê hat avakirin. Ew hêza nû bi navê Şepêla Pêşeroja Sûriyê û ji aliyê Serokê berê yê Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê Ehmed El-Cerba ve hat avakirin.

 

Merasîma ragihandina Şepêla Pêşeroja Sûriyê bi beşdariya Serokê Encumena Niştîmaniya Kurdistanê (ENKS) Îbrahîm Biro, Nûnerê Serokê Herêma Kurdistanê, Wezîrê Derve yê Misirê û çend serkirdeyên Dijbereya Sûriyê li Qahîreyî birêve çû.

 

Ehmed El-Cerba di merasîma ragihandina Şepêla Pêşeroja Sûriyê de gotarek pêşkêş kir û têde got, ku Şepêla Pêşeroja Sûriyê daxwaza Sûriyeke nenavendî û pirr alî dike.

 

El-Cerba herwiha amaje bi pêwendiyên xwe û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û bi dîrokî bi nav kirina wan pêwendiyan spasiya Barzanî jî kir, ku berdewam piştgîriya doza Sûriyê kiriye.

 

Ew demek e ku mijara sîstema dahatî ya Sûriyê bûye rojeva germ a civaka navdewletî û hêzên siyasî yên Sûriyê bi xwe jî.

 

Her yek ji Amerîka, Rûsya û Netewên Yekbûyî piştgîriya xwe bo avakirina sîstemek nenavndî û federalî li Sûriyê nîşan dane. Herwiha li gor çend dîplomatkaran, çend welatên din ên cîhanê jî piştgîriya sîstemek wisa bo Sûriyê dikin, her çend ku navê wan welatan nehatiye aşkerekirin.

 

Başûrê Kurdistanê jî piştgîriya xwe bo damezrandina sîstemek federalî bo Sûriyê û bo çareserkirina pirsa Kurd li wî welatî ragihandiye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst