Beşar Esed berê Efrîniyan dide Helebê!

12-04-2015
Comerd Hemdoş
A+ A-

Efrîn (Rûdaw) – Hikûmeta Sûriyê ji karmendên xwe yên li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê re ragihandiye, divê li bajarê Helebê mûçeyê xwe bistînin lê karmend jî ji tirsa revandinê newêrin herin Helebê.

 

Her çiqas zagona rêjîma Sûriyê li deverên kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kêm bibe jî lê heta niha jî karmend û xebatkarên hikûmeta Şamê li wan deveran hene û ji hikûmetê mûçe distînin.

 

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, hikûmeta Sûriyê fermanek sosret derxistiye û ji karmendên xwe yên herêma Efrînê re gotiye, divê li bajarê Helebê, ku şev û roj şer û pevçûn heye, mûçeyê xwe bistînin.

 

Lê karmendên hikûmetê yên li Efrînê ji tirsa revandin û girtina ji aliyê çekdarên komên radîkal ên îslamî ve newêrin herin Helebê.

 

Tê gotin, hefteyekê beriya niha karmendekî hikûmetê bi navê Salih Îbo çûbû Helebê mûçeyê xwe bistîne lê heta niha venegeriyaye mala xwe û nayê zanîn çi hatiye serê wî.

 

Her wiha çend roj berê jî 300 welatiyên Efrînê ku dixwestin herin Helebê, li bajarê Idlibê yê Sûriyê ji aliyê çekdarên îslamî yên radîkal ve hatibûn girtin lê paşê hatibûn berdan.

 

Ev çend sal in ji ber şerê Sûriyê, rêya navbera Efrîn û Helebê ji nîv saetê bûye 13 saet çimkî Efrînî neçar in destpêkê biçin Idlibê û ji wir jî derbasî Helebê bibin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst