Galeriya wêneyan

12-07-2018
24 Photos
RÛDAW

Rûdaw – AFP

 

Awareyên parêzgeha Deraa li başûrê Sûriyê vedigerin warên xwe li bajarokê Busra El-Şam.

Hikûmeta Sûriyê û grûpên çekdar ên opozisyonê roja înê ya bihorî derbarê çend navçeyên parêzgeha Deraayê de gihîştin rêkevtinê, ku ew demek e Artêşa Sûriyê êrişên xwe bo kontrolkirina wê dest pê kiriye û piraniya navçeyên wê parêzgehê kontrol kiriye.

Piştî rêkevtinê, zêdetirî 30 hezar aware vedigerin ser mal û halên xwe li bajarokê Busra El-Şam ku niha di bin kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ye.