Ehmed Şer: Bila Amerîka çavdêriya entegrasyona HSDyê bike
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer got, “Çareseriya herî baş ew e ku hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê çavdêriya entegrasyona HSDyê ya nav hêzên hikûmetê bikin."
Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer di hevpeyvîneke xwe ya bi Washington Posta Amerîkî re behsa entegrasyona HSDyê ya nav artêşa Sûriyeyê kir.
Ehmed Şer got, "Çareseriya herî baş ew e ku hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê dimînin, çavdêriya entegrasyona HSDyê ya nav hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Sûriyeyê bikin."
Ehmed Şer tekez kir ku îro Sûriye dikare berpirsyariyê werbigire û parastina axa Sûriyeyê jî berpirsyariya dewletê ye û got:
"Sûriyeyeke parçebûyî yan jî hebûna hêzên leşkerî yên li derveyî desthilata hikûmetê dê jîngeheke guncaw ji bo geşbûna DAIŞê ava bike."
Şandeya Sûriyeyê di serdana xwe ya Washingtonê de bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiyabû û mijara entegrasyona HSDyê û Peymana 10ê Adarê gotûbêj kiribûn û tekezî li ser bicihanîna xalên wê rêkeftinê hatibû kirin.