SÛRIYE - Şahî bû şîn: Li dawetê teqîn, 33 birîndar hene
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Derayê ya li başûrê Sûriyeyê li dawetekê teqînek çêbû û 33 kes birîndar bûn.
Ajansa Fermî ya Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku li gundê Abîdînê yê Derayê di dema dawetekê de teqînekê rû daye.
Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di teqînê de 33 kes birîndar bûne ku di nav wan de zarok jî hene.
Birêvebirê Nexweşxaneya Niştimanî ya Derayê Dr. Nizar Reşdan da zanîn ku piştî teqînê birîndar bi ambulansan veguhastine nexweşxaneyê.
#VÎDEO - Li dawetê teqîn, 33 birîndar hene
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 12, 2025
🛑 Li bajarê Derayê yê li başûrê Sûriyeyê dema veguhastina bûkekê teqîneke mezin çêbû û di vê teqînê de 33 kes birîndar bûn #Syria pic.twitter.com/w0VhRlb8kp