Gabriyel Moş: Xelkê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê vegerînin malên wan
Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Rêxistina Asûriyan a Demokrat a Sûriyeyê Gabriyel Moş bangî hikûmeta Şamê kir ku bi berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û koçberên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê vegerîne malên wan.
Gabriyel Moş her wiha ji Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) xwest ku Peymana 10ê Adarê bi cih bînin û nakokiyên siyasî bi rêyên leşkerî çareser nekin.
Berpirsê Rêxistina Asûriyan a Demokrat a Sûriyeyê Gabriyel Moş ji Rûdawê re axivî û nêrînên xwe yên derbarê rûdanên dawî yên li Helebê û paşeroja Sûriyeyê anîn zimên.
Gabriyel Moş diyar kir ku wan bi dilgiranî û êşeke mezin çavdêriya bûyerên li taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê kiriye.
"Bi sed hezaran kes koçber bûn"
Gabriyel Moş bal kişand ser encamên êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li Helebê û got:
"Di vê operasyonê de binpêkirinên mafên mirovan hatin kirin û gelej sivîl bûn qurbanî.
Her wiha bi dehan kes birîndar bûn û bi sed hezaran kes di rewşeke dijwar a zivistanê de ji derveyî bajarê Helebê koçber bûn."
Moş hêviya xwe anî zimên ku berjewendiyên siyasî yên taybet ên hikûmetê û HSDyê nebin sedema çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên leşkerî.
“Tolhildanê nekin”
Moş piştî derketina hêzên Asayîşê ji her du taxan, bangî hikûmeta Sûriyeyê kir û got:
"Em hêvî dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bîne û hemû welatiyên sivîl vegerîne bajarê Helebê.
Divê xwe ji ruhê tolhildanê dûr bixe û ligel hemû Sûriyeyiyan bêyî li berçavgirtina nasnameyên wan ên neteweyî û olî wekî welatiyên wekhev tevbigere."
"Peymana 10ê Adarê bi cih bînin"
Berpirsê Rêxistina Asûriyan daxwaza pêkanîna peymana di navbera aliyan de kir û wiha axivî:
"Em bangî hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê dikin ku bilez Peymana 10ê Adarê bi cih bînin.
Em vê yekê wekî pêwîstiyeke niştimanî dibînin ji bo vegerandina aştî û aramiyê.
Divê her du alî ji çareseriyên leşkerî dûr bikevin û rêya diyalogê bi kar bînin."
Daxwaza Sûriyeya nenavendî
Gabriyel Moş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser paşeroja Sûriyeyê û destûra nû û got:
“Em bangî hikûmetê dikin ku dev ji nêzîkatiya yekalî berde û prensîba hevbeşiyê bipejirîne.
Divê mafên Kurd, Suryanî-Asûrî, Ermenî û neteweyên din di bin sîwana Sûriyeyeke yekgirtî de bên misogerkirin.
Pêwîst e destûreke demokratîk bê amadekirin ku rê bide avakirina dewleteke nenavendî û dabeşkirina desthilat û serwetê li ser hemû welatiyan."