Artêşa Azad bi alîkariya hin aliyên kurdî derbasî Efrînê dibe

Dilxwaz Behlewî


Efrîn (Rûdaw) - Artêşa Sûriya ya Azad eşkere kir ku ew ê bi alîkariya hin aliyên kurd derbasî nav herêma Efrînê bibin, ji bo dawî li desthilata Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li wê herêmê bênin.

Cîgirê Fermandarê Artêşa Azad Malik El-Kurdî ji Rûdawê re ragihand ku ew ê bi hevahengiya aliyên kurd jibilî Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) derbasî nav Efrînê bibin daku ew jî bikeve bin desthilara şoreşê de.

Roja înê ya borî, Yekîneyên Parastina Gel yên girêdayî PYD'ê êriş birin ser herdu gundên Basûtê û Burc Ebdalo yên herêma Efrînê û di encam de 3 alîgirên Partiya Azadî hatine kuştin û 7 jî birîndar bûn.

El-kurdî got, PYD û PKK yek in û rejîma Sûriya ew çê kirine û divê ew biryara xwe bidin û tevlî şoreşê bibin û eger na ew ê artêşa azad wê rûbirûyê wan bibe.

Lê belê partiyên kurdan li Rojavayê Kurdistanê dibêjin PYD, patiyeke kurd a Sûriya ye û çi girêdana wê bi PKKê re tune ye.

Derbarê zêdebûna rola Eniya Nesre di nav refên artêşa azad de, Malik el-Kurdî wiha got: "Ragihandinê rola wê Eniyê di şoreşê de mezin kiriye, lê berûvajî piraniya navçeyên azad di bin kontrola Artêşa Azad de ne."

Amerîka û welatên Ewropa, Eniya Nesre xistine nav lîsteya xwe ya rêxsitinên teroristî de û dibêje ew ser bi Rêxistina el-Qaîde ya terositî ve ye.