Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameyên Le Monde û The Times di raportên îdia dikin di şerê Sûriyê de çekên kîmyayî hatine bikar anîn.
Rojnameya Frensî Le Monde dinivisîne ku belge di destê Brîtanya de hene ku di şerê Sûriyê çekên kîmYaYî hatine bikaranîn.
Rojnameya The Times jî, di raporteke xwe de dinivisîne ku belgeyên pijîşkiya dadweriyê di destên şarezayên artêşa Brîtanî de hene ku çekên kîmyayî li Sûriyê hatine bikaranîn.
Li gora nûçeya rojnameyê, li ser perçeyek ji axa deverên derdora paytexta Sûriyê Şamê çekên kîmyayî hatine tecrûbekirin.
hat gotin ku Brîtanya ew agahî û belge bi dîzî bi dest xwe ve anîne.
The Times ragihand ku yekîneya Brîtanî nekariye piştrast bike ka gelo hêzên rêjîma Beşar Esed yan jî çekdarên opozîsyonê ew çek bikar anîn e.
Jêdereke ku navê xwe eşkere nekirbû ji rojnameyê re got: Hinek agahî hene ku madeyeke kîmyayî ya xurt hatiye bi karanîn, lê qet ew nikarin piştrast bikin ku ew gaza Sarîn e yan na.
Di 20 Adarê de rêjîma Şamê daxwazeke fermî ji rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) re, pêşkêş kir da ku ew lêkolînê li ser bikaranîna çekên kîmyayî li Sûriyê bike.
NYê şandeke lêkolînê bi serokatiya Ake Sells Trom yê Swêdî amede kir lê belê di vê hefteyê de rêjîma Sûrî rê neda endamên wê şandê derbasî nav xaka Sûriyê bibin.
Sekreterê giştî yê NY Ban Ki-Moon, diyar kir ku dê lêkolîn li ser hemû tawanên her du aliyên şerê Sûriyê were kirin.
Li ser bikaranîna çekên kîmyayî di şer de, ku ev zêdetirî du salan e li Sûriyê berdewam dike, rêjîma Beşar Esed û opozîsyonê hevdû tawanbar dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse