Îlham Ehmedê li ser gora Mîr Bedirxan got: Divê Kurdî bibe zimanê fermî
Şam (Rûdaw) - Îlham Ehmed û Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso ji bo Roja Zimanê Kurdî li Şama paytexta Sûriyeyê çûn ser gorên Mîr Bedirxan, Mîr Celadet Alî Bedirxan û Rewşen Bedirxanê.
Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê li wir pirsên nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin û li ser fermîkirina zimanê Kurdî û pêşhatên siyasî daxuyaniyên girîng dan.
"Zimanê Kurdî dê Sûriyeyê xurt bike"
Îlham Ehmedê destnîşan kir ku divê ji bo fermîbûna zimanê Kurdî têkoşîn were bilindkirin û got:
"Em dixwazin zimanê xwe li vî welatî fermî bikin.
Her çi qasî hişmendî û aqilek hebe ku vê qebûl nake jî li gorî Biryarnameya 13an, di hinek dibistanan de destûra xwendina Kurdî hatiye dayîn.
Fermîbûna zimanê Kurdî dê bibe sedema dewlemendbûn û xurtbûna Sûriyeyê.
Em ji bo Mîr Celadet Alî Bedirxan û hemû kesên ku ji bo vî zimanî têkoşîn dane bi bîr tînin."
Vegerandina navên resen ên gund û herêman
Îlham Ehmedê li ser pirsa têkildarî xwenîşandanên li Rojavayê Kurdistanê û daxwaza perwerdeya bi Kurdî diyar kir ku dan û standin didomin.
Wê bal kişand ser xaleke girîng a Biryarnameya 13an û anî ziman:
"Li gorî vê biryarê, hemû biryarên îstisnayî yên ku berê li ser Kurdan hatibûn standin, hatine rakirin.
Ev tê wê wateyê ku navên herêm û gundan dê bi Kurdî û Erebî werin nivîsandin û navên wan ên resen dê werin vegerandin.
Ev biryareke pir pîroz e. Bikaranîna du zimanan ji bo welat dewlemendiyek e."
Postên Kurdan ên li Şamê
Derbarê wan îdiayên ku dibêjin dê Îlham Ehmed di Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê de erkekî wergire, wê wiha bersiv da:
"Mafê Kurdan heye ku li Wezareta Karên Derve, li wezaretên din û di nav pergalê de postên wan hebin.
Ev mafê wan ê rewa ye. Çi ez bim çi kesekî din be, divê ev yek pêk were."
Îlham Ehmedê li ser pirsa "Gelo tu dê li vir bimînî û hevdîtinan bikî?" got, "Em dê bibînin."