Hêla sînorê Colan a Sûriyê ket destê Hêzên Dijbereyê
Navenda Nûçeyan (Rûdaw)- Piştî şer û pevçûnên giran di navbera hêzên dijbereya Sûriyê û hêzên rêjîma Beşar Esed de, hêla sînorê Colan a Sûriyê li gel Îsraîlê ket destê Hêzên Dijbereyê de.
“Bereya Şoreşvanên Sûriyê” ku di nava hêzên dijbereyên Sûriyê de ye ragihand ku herdu bajerokên Hemîdiye û Rewaz li navçeya Quneytirayê ya li ser hêla sînorê Colan a Sûriyê li gel Îsraîlê bi temamî ketin destê wan de.
Bi kontrolkirina wan herdû bajerokan ji aliyê hêzên dijbereyên rêjîma Beşar Esed ve, ji bilî bajerokê Hezwe yê navçeya sînorê Colanê bi temamî ji destê hêzên Esed derket.
Li gor daxuyaniyeke komîteya Hemahengiya Şoreşa Sûriyê, hêzên Esed di şerê ligel hêzên Bereya Şoreşvanên Sûriyê de ziyanekî mezin dîtine, herwiha piştî şikestina wan berev navçeya Xan Erbene û bajarê Elbes vekişyan.
Hevdem çalakvanên sûriyê di raportekê de belav kirine ku kerwanekî serbazên Esed ku ji aliyê çekdarên dibereyê de hatin ji navbirin.
Komîteya Giştî ya Şoreşa Sûriyê jî ragihand ku avêtina rokêtan li navçeya Elweir ya parêzgeha Hemis bi dehan jin û zarok hatine kuştin û birîndarkirin.