Beşar Esed serdana cihên şewatên parêzgeha Laziqiyê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Sûriyê, Beşar Esed serdana cihên şewatan li gundewarên parêzgeha Laziqiyê li rojavayê Sûriyê kir.

Li gor ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA, îro Sêşemê Beşar Esed serdana gundê Biloran li bakurê Laziqiyê kiriye, da ku derbarê zerer û ziyanên ku li navçeyê çê bûne, agahiyan werbigre.

Serokatiya Komara Sûriyê jî ragihandiye, di serdana xwe de ji bo parêzgeha Laziqiyê, Esed li gel xelkê wan navçeyên ku zeviyên wan şewitîne civiya û li gilî û daxwazên wan guhdarî kiriye.

Malpera Serokatiya Komara Sûriyê herwiha çendîn wêne û vîdyoyên serdana Esed bo Laziqiye û cihê şewata daristanan belav kiriye.

Di vê serdana xwe de, Esed soz daye xelkê wan navçeyan ku dewlet dê dê ji aliyê darayî ve alîkariya malbatên zerermend bike.

Çend roj bûn ku agireke mezin bi daristanên navçeyên Laziqiye, Tertûs û Humsê ketibûn, ku roja Yekşemê hatibû kontrolkirin.

Ofîsa Karûbarên Mirovî ya ser bi Netewê Yekbûyî ragihandiye, ku di encama şewatan de, zêdetirî 9,000 hektar zeviyên çandiniyê û daristan şewitîn.

Hikûemta Sûriyê ragihandiye, di encama şewatan de 28 hezar malbat ku hejmara nifûsa wan dike zêdetirî 140,000 kes, zirarmend bûne.