Artêşa Ereban a Sûriyeyê: Li Dêr Hafirê ji bo sivîlan korîdoreke mirovî tê vekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê ragihand ku ji bo niştecihên deverên rojhilatê Helebê korîdoreke mirovî ber bi navenda bajarê Helebê ve tê vekirin da ku welatî karibin ji wan deverên ku berê wekî herêmên leşkerî hatibûn ragihandin derkevin.

Li gorî daxuyaniya artêşê ku di medyaya fermî ya Sûriyeyê de hatiye belavkirin, ev korîdor dê li ser rêya sereke ya M15ê ya ku bajarokê Dêr Hafirê bi bajarê Helebê ve girê dide di ser gundê Hemîmeyê re be.

Amaje bi wê yekê hat kirin ku korîdor dê pêncşemê (15ê Kanûna Paşîn a 2026an) ji demjimêr 09:00ê sibehê heta 17:00ê êvarê ji bo çûn û hatina welatiyan vekirî be.

Artêşa Sûriyeyê ji welatiyên sivîl xwest ku demildest xwe ji hemû pêgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li wê herêmê dûr bixin.

Artêşê tekez kir ku ew dê ji bo "têkbirina her gefa" ku ziyanê bigihîne ewlehiya herêmê û canê welatiyan tedbîrên pêwîst wergirin.

"Herêma leşkerî ya girtî"

Ev biryara Artêşa Ereban a Sûriyeyê piştî wê yekê tê ku sêşemê herêmeke berfireh a li rojhilatê Helebê (ji Dêr Hafirê heta Meskeneyê li berava rojavayê Feratê) wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandibû û daxwaz ji HSDyê kiribû ku ber bi rojhilatê Feratê ve vekişe.

Ev gurkirina leşkerî piştî wê yekê tê ku hefteya borî Artêşa Ereban a Sûriyeyê kontrola taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên Helebê xistibû destê xwe û hejmarek şervanên Kurd bi navbeynkariya navneteweyî ber bi Qamişloyê ve vekişiyabûn.

Hikûmeta Şamê, HSDyê bi îdiayên komkirina hêzan û bikaranîna dronan ji bo êrişkirina Helebê tohmetbar dike.

Li hember vê yekê HSD wan tohmetan red dike û dibêje Şam û Enqere bi hevahengî êrişî deverên wan dikin.